Ji DBB'ê xizmeta tenduristiyê ji bo 5 hezar û 100 kesan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 7 mehên dawî de li navenda bajêr û li gundên derdorê xizmeta lêkolîna tenduristiyê pêşkêşî 5 hezar û 100 hemwelatiyan kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi armanca parastina tenduristiya gel, xizmeta lêkolîna tenduristiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de personelê tenduristiyê yê di Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê de wezîfedar, li pêşiya navendeke kirînê ya li navçeya Baxlarê xizmeta tenduristiyê ya belaş pêşkêşî hemwelatiyan kir.

Li standa ku hatiye danîn, karmendê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê tansiyon û şekira xwîna hemwelatiyan kontrol kir û testa diyarkirina koma xwînê pêk anî.

Xizmeta veheskirina tenduristiyê ji bo 5 hezar û 100 kesan hat dayîn

Bi vê xebatê re tîmên tenduristiyê, di 7 mehên dawî de li navenda bajêr û li gundên derdorê xizmeta lêkolîna tenduristiyê pêşkêşî 5 hezar û 100 hemwelatiyan kir.

Tîm, bi taybet bi armanca ku hemwelatiyên li gundên derdorê bikaribin bi rehetî bigihêjin xizmetên tenduristiyê, li gel karên ku li navenda bajêr dikin; pîvana indexa girseyî ya bedenê, testa ducanîbûnê û pîvana bejn û giraniya zarokan, kontrol û perwerdehiyên tenduristiya dev û diranan jî pêk tînin û bernameya perwerdehiya tenduristiyê li dar dixin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê lêkolîn û perwerdehiyên tenduristiyê li navenda bajêr û li gundên derdorê bidomîne.

 

Image Gallery