Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê li ser Kolana Gazî serdana esnaf kirin û guhdarî daxwazên wan kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên esnaf û têkiliyên xwe yên bi gel re didomînin. Hevşaredaran, tevî Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, serokên daîreyan û endamên meclîsê, serdana esnafên li ser Kolana Gazî ya navçeya Sûrê kir.
Hevşaredarên ku bi du milan li seranserê kolanê li hemû dikanan geriyan, guhdarî pirsgirêkên esnaf kirin û daxwazên wan qeyd kirin. Di dema serdanê de, Hevşaredaran bal kişand ser wê yekê ku divê peyarêkên ku ji bo kesên astengdar ên dîtinê hatine çêkirin neyên dagirkirin, û ji bo ku hemwelatî bikaribin bi rehetî li ser peyarêkan bimeşin, bang li esnaf kirin ku hestiyar tevbigerin. Hevşaredarên ku serdana esnaf kirin û bi hemwelatiyên ku kirrîn dikirin re sohbet kirin, guhdarî daxwazên gel kirin.
Esnafên ku kêfxweşiya xwe ji serdanê diyar kirin, bal kişandin ser pirsgirêkên binesazî, veguhastin û peyzajê yên bajêr, û diyar kirin ku têkiliyên bi vî rengî ji bo çareseriyê girîng in.
Â