Festîvalê mazûvaniya lîstikek Ermenî kir

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê, mazûvaniya lîstika Ermenî ya bi navê "Dilê Min li Çiyan e" kir ku ji aliyê şanoya serbixwe Hangardz ve, li ser berhema William Saroyan hatiye amadekirin.

Festîvala 10emîn a Şanoyê ya Amedê, ku ji aliyê Şanoya Bajarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBAŞT) ve tê organîzekirin, mazûvaniya lîstika Ermenî ya bi navê "Dilê Min li Çiyan e" kir ku ji aliyê şanoya serbixwe Hangardz ve, li ser berhema William Saroyan hatiye amadekirin.

‘Lîstik têkoşîna hebûnê bi zimanekî nazik bi bîr tîne’

Lîstika ku ji aliyê Tara Demircioglu û Yegya Akgun ve hatiye derhênan; temaşevanan ber bi ramanên kûr, ax, bîr, aîdiyet û hesretê ve dibe. Lîstik, bi karakterên xwe yên ku hev bi dilovanî qebûl dikin, di bajarê çandekî de ku di her alî de hewl tê dayîn bê bîr were hiştin, têkoşîna me ya hebûnê ya ku em bi hev re didomînin bi zimanekî pir nazik bi bîr tîne.

Di kadroya lîstikvanên "Dilê Min li Çiyan e" de Antranîk Bakircioglu, Artun Gebenlîoglu, Bared Çil, Diana Çilingiryan, Dikran Peştemalcigîl, Miranda Şahînoglu, Garine Maral Çizmeciyan, Lara Narîn, Nişan Şîrînyan, Sevada Haçîk Demîrcî û Yegya Akgun cih digirin.

Plakêt ji lîstikvanan re

Di dawiya lîstika ku ji aliyê temaşevanan ve bi coşeke mezin hate çepikandin de, rêveberên Weqfa Dêra Ermenî ya Surp Giragos a Amedê Gaffur Turkay plakêt pêşkêşî lîstikvanan kir û spasiya wan kir.

Panel hat lidarxistin

Piştî lîstikê, panelek li ser lîstikê hate lidarxistin ku moderatoriya wê Midûrê Şaxa Parastina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî Tahir Baykusak kir; di panelê de bersiv li ser pirsên "Gelo ziman asteng e?", "Dema ku em zimanekî fêm nakin çi dibe?" û "Gelo ziman pîrek e?" hatin gerîn.

 

Image Gallery