Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên temenmezin xizmeteke berfireh a tenduristî û lênêrînê li malê pêşkêş dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdaran û Kal û Pîran, xebatên xwe yên ji bo kesên temenmezin ên ku bi tenê dijîn û nikarin bi tena serê xwe hewcedariyên xwe bi cih bînin, didomîne. Di çarçoveya xebatên Şaxa Xizmetên Kal û Pîran de, ji welatiyên 60 salî û mezintir ên ku bi tenê dijîn û hewcedariya wan bi lênêrînê heye re, ji kontrola tenduristiyê bigire heya lênêrîna şexsî, ji paqijiya malê bigire heya alîkariya alavên tibbî, her cure piştgirî tê dayîn.
Xizmetên tenduristî, paqijî û lênêrînê tên dayîn
Li malên welatiyên temenmezin ên ku temenê wan pêş ketiye, bi lêkolînên ku tên kirin re, li gorî hewcedariyên wan, xizmetên tenduristiyê li malê, paqijî û lênêrîna şexsî yên wekî traşkirina por û rih jî têne dayîn.
Di xizmetên ku ji aliyê tîmên Yekîneya Tenduristî û Lênêrîna Şexsî ya li Malê ve têne dayîn de, şopandina tansiyonê, pîvana lêdana dil, şopandina şekir û pîvana germahiyê tê kirin. Hewcedariyên welatiyên nexweş û temenmezin têne tespîtkirin û piştgirî tê dayîn.
Xizmeta fîzyoterapî
Di çarçoveya xizmeta paqijiyê de, tîm her meh bi rêkûpêk diçin malên welatiyên temenmezin û karên paqijiyê yên rojane, bi taybetî derî û pencereyan dikin.
Tîm, heftê 2 rûniştin, mehane 16 rûniştin xizmeta fîzyoterapî didin.
Di çarçoveya xizmeta diyetîkê de jî, perwerdeya xwarinê ya welatiyên kal û pîr, pîvandinên antropometrîk (dirêjî, kîlo, dora bejnê), li gorî rewşê MNA (nirxandina xwarinê ya piçûk) tê kirin û şopandina wan tê kirin.
Der barê bikaranîna dermanan de agahî hat dayîn
Tîm, bi xizmetên tenduristiyê yên ku didin, bi şopandina tansiyon, şekir, satûrasyon, dermankirin û dermanên welatiyên kal û pîr, bikaranîna rast a dermanan a kal û pîran misoger dikin. Her wiha di kontrolên dawîn de hat tespîtkirin ku gelek welatî dermanên ku dema wan derbas bûne bikar tînin. Piştî vê yekê, dermanên ku dema wan derbas bûne hatin berhevkirin û der barê bikaranîna dermanan de agahiyên saxlem ji kal û pîran re hatin dayîn.
‘Dermanên ku dema wan derbas bûye tên îmha kirin’
Midûrê Şaxa Xizmetên Kal û Pîran Diyar Oguzsoy, der barê xizmetên ku tên dayîn de agahî da û diyar kir ku xizmetên ku li malê ji welatiyên 65 salî û mezintir re tên dayîn, fîzyoterapî, diyetîk û xizmetên tenduristiyê yên bingehîn in. Oguzsoy destnîşan kir ku di çarçoveya xebatan de şopandina welatiyan û yên ku nexweşiyên wan ên diyarkirî hene dikin û wiha axivî: “Em zaten dermanên ku rojane bikar tînin dişopînin. Di encama xebatên me de, bûyerên ku em dibînin bi gelemperî wiha ne: Welatiyên kal û pîr nikarin şopandina wan dermanan zêde bikin. Hevalên me yên ku vê xizmetê didomînin, dema ku şopandina dermanan jî dikin, dermanên ku dema wan qediyaye an jî nebikaranîne berhev dikin û pêvajoyên pêwîst dikin. Dermanên ku dema wan hê heye û nehatine vekirin, em di dermanxaneya xwe de dinirxînin. Dermanên ku dema wan derbas bûye jî piştî kontrolên pêwîst em îmha dikin.”