Festîvala Şanoyê ya Amedê bi dawî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, di girtina 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de lîstoka Gomîdas a ku li Dêra Surp Giragos hat lîstin, li gel hezkiriyên şanoyê temaşe kir.

9emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi tevkariya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, bi lîstika Gomîdas a li Dêra Surp Giragos hat lîstin bi dawî bû. Di çarçoveya mîhrîcana ku di 18ê Nîsanê de dest pê kir de, komên şanoyê gelek lîstik pêşkêş kirin.

Hevşaredar lîstika girtinê bi welatiyan re temaşe kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û hezkiriyên şanoyê li Dêra Surp Giragos beşdarî pêşandana girtina festîvalê bûn.

Hatûn ê ku li lîstika Gomîdayan bi hezkiriyên şanoyê re temaşe kir, bû cihê balkêşiya welatiyan.

Yek ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş piştî ku pêşangeh bi dawî bû axaftina girtinê kir û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, saziyên sivîl ên ku piştgirî dan mîhrîcanê, komên şanoyê û lîstikvanên beşdarî mîhrîcanê bûn kir.

Hatûn: Destxweşiya her kesî dikim

Hevserokê Şaredraiya Amedê Dogan Hatûn spasiya organîzatorên mîhrîcana şanoyê, hemû şanoger û temaşevanên ku beşdarî pêşangehê bûn kir û got, “Em ji lîstika îro gelekî kêfxweş bûn. Ji bo hewldanên we ji her kesî re spas. Destxweşiya we tevan dikim."

Hatûn piştre plaket da lîstikvanên Şanoya Yolcuyê ku lîstika Gomîdas lîstin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31