Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, beşdarî civîna nirxandinê ya Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê bûn.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, serdana Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê û yekîneyên girêdayî wê kir. Hevserokan li gel Berdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Abdulselam Inceoren û Emîne Akin û komîteyên Daîmî Demet Ceylan, Abdulkadîr Guleç, Ayhan Karatekîn û Gulayî Kiliç, bi Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû re civîneke nirxandinê pêk anîn. Hevserokan ku ji Şerîfoglû der barê xizmetguzarî, proje û xebatên DÎSKÎyê de agahî girtin, ji Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê xwest ku bê navber xebatên xwe bidomîne.
Piştî civîna nirxandinê Hevserok, çûn serdana yekîneyên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê.