Fuara Çandinî û Sewalkarî ya Mezopotamyayê dest pê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn di vekirina Fuara Çandinî û Sewalkarî ya Mezopotamyayê de axivî û diyar kir ku fuar dê bibe sedema geşbûna sewalkarî û çandiniya bajêr.

15emîn Fuara Çandinî û Sewalkarî ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Rêxistina Fuaran a Mezopotamyayê hat lidarxistin, hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnav, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya beşdarî merasîma vekirina fyarê ya li Fuara Mezopotamyayê bûn. Navenda Kongreyê ku 314 marka û şîrket tê de beşdar bûn, Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB) Mustafa Fîdan, nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên parêzgeh û navçeyên derdorê û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya ku axaftina vekirinê ya bernameyê kir, bi bîr xist ku çandinî li Mezopotamyayê dest pê kiriye û got, "Erkê me ew e ku erdnîgariya çandiniyê, gastronomiya çandiniyê, turîzma çandiniyê pêş bixin. Pêwîst e yek ji erkên me yên herî girîng ev be ku em vê nirxê ku ji wê rojê ve mîrata me girtiye, bigihînin nifşên dahatûyê."

Hatûn: Em niha wêrankariyê zelaltir dibînin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn diyar kir ku di hilbijartinên herêmî de gel bi îradeyeke mezin piştgirî da vîna xwe. Hatûn axaftina xwe wiha domand: “Em spasiya gelê xwe dikin ku em layîqê vî karî dîtine. 8 sal in hemû şaredariyên me di destê qeyûman de bûn. Em niha wêrankariya ku wan kirine pir zelaltir dibînin. Ji avedaniyê bigire heya binesaziyê, ji karê çandiniyê li navçeyên derve bigire heya veguheztina bajarî, wan tiştek ku bikaribe bi kêrî gel were, nekiriye."

'Em ê dest bidin hev û pirsgirêkên xwe bi fedakarî çareser bikin'

Hatûn got ku ew ê xizmeta gel bigihînin her aliyê bajêr û wiha got: “Ti pirsgirêkek ku neyê çareserkirin nîne. Em ê bi rêxistinên xwe yên sivîl re hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê navçe bi navçe, gund bi gund, tax bi tax, kolan bi kuçe bi gelê xwe re destê xwe bidin hev û bi fedakariyeke mezin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê hewl bidin ku bi şaredariyên xwe yên Wan, Mêrdîn û bajarên din re hevkariyê bikin û îradeya çareserkirina pirsgirêkên xwe nîşan bidin."

'Fuar dê tevkariyê li çandinî û sewalkariyê bike'

Hatûn ji ber vekirina fuarê spasiya DTSOyê û Mezopotamya Fuarcılıkê kir û wiha got: “Ev fuar dê li bajarê me bibe alîkar ku sewalkarî û çandinî pêş bikeve. Erdên Mezopotamyayê îro jî pir bi bereket in. Di dîrokê de çemên Dîcle û Firatê her tim diherikin û heya îro jî jiyana li derdora van çeman qut nebûye. Amed jî wisa ye. Ji ber vê yekê pêşî li vir ji bo mirovahiyê genim hate çandin. Nêzî 30-40 sal in gelê me ji çandiniya axê dûr ketiye. Ev polîtîka ne ya gel e, ya dewletê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ê bi rêxistinên sivîl ên bajêr re bixebitin. Divê fuarên bi vî rengî zêde bibin da ku gelê me bikaribe ji teknîkên pêşdeçûyî sûd werbigire û ji axê sûdê werbigire. Em amade ne ku çi berpirsiyariya me hebe pêk bînin."

Piştî axaftinan Hatûn û kesên pê re qurdeya fuarê birîn û li standên fuarê geriyan.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30