Hevserokan pêşwaziya Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav kir.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ku ji bo hin danûstandinan li bajêr bû, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Xoşnav û heyeta pê re ji aliyê hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun ve hatin pêşwazîkirin.

Xoşnav pîrozbahî li Hevserokan kir û serkeftin jê re xwest.

Hevserokatiyê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê nîşan da û spasiya Xoşnav û şanda pê re kir.

Image Gallery