Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêmên bejahiyê bêrmên ku hewcedariya ajalan a avê peyda dikin, temîr dike û wan pak dike.
Midûriyeta Xizmetên Gundewarî, xebatên xwe yên li taxên gundan ji bo pêşxistina sewalkariyê ku yek ji çavkaniyên girîng ên debara bajêr e, didomîne. Midûriyet xebatên temîrkirin û çaksaziya bêrmên li navçeyên gundewarî yên ku berê hatibûn çêkirin, lê şert û mercên fizîkî yên wan xerab bûne, dike.
Ekîbên ku bendavên golên avê nû dikin û axa ku li ser neynika golê çêbûye paqij dikin, ji bo ku hewz bi awayekî bikêrhatîtir avê kom bikin, asta golan bilind dikin.
Coyên avdanê tên çêkirin
Ji bilî hewz û bêrên ku ava vexwarinê ji ajalan re peyda dikin, ekîb coyên avdanê jî çêdikin û xebatan dikin da ku berhemdariya di çandiniyê de zêde bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo piştgiriya cotkaran xebatên xwe yên li taxên gundewar bidomîne.