Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên rêveberiya Genel-Îş û DÎSAyê pêşwazî kirin.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Giştî yên Tirkiyeyê (General-Îş) Çetîn Çalişkan û Serokê Daîreya Rêxistinê Alî Haydar Kara, Endamên Lijneya Rêveberiya Saziya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA) Prz. Mehmet Emîn Aktar û Prz. Hatîce Demîr serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî.
Rêveberên Genel-Îş û DÎSAyê Hevserok pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin ji wan re xwest.
Her wiha Hevserokan ji ber serdana mêvanên xwe spasiyên xwe pêşkêş kirin.