Hevserokên Şaredariyê yek bi yek gundên Çermûgê geriyan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku li navçeya Çermûgê daketin qadan, taxên gundan yek bi yek geriyan, pirsgirêkên gel li cihê bûyerê tespît kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun yek bi yek taxên gundewarî yên navçeya Çermûgê geriyan û li cihê bûyerê pirsgirêkên gel guhdarî kirin. Hevşaredar, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer, hevserokên DEMa Çermûgê Mehmet Topkaya û Sabîha Demîrkol û endamên meclîsa şaredariya navçeyê jî li gel hevşaredaran amade bûn.

Serdanê danê sibê dest pê kir û heta êvarê dewam kir

Hevşaredaran danê sibehê saet di 09.00an de li navçeya Çermûgê dest bi seradan û serdanên xwe kirin û heta saet 17.00an dewam kirin. Yekemîn rawestgeha Hevserokan û şandeya pê re ku gihiştin navçeyê, Kooperatîfa Jinan a Kar û Barên Çermûgê bû. Hevserok çûn serdana kooperatîfê û der barê xebatê de agahî girtin.

Pirsgirêk di cih de hatin dîtin

Piştre Hevserok yek bi yek li gundênTulik, Ayno, Qerecek, Arabûk, ApêxeBirveran û Yogunê geriyan û bi welatiyan re rûniştin. Hevserokan ku bi xwe pirsgirêkên taxan ên wekî rê û avê dîtin, talîmat dan serokên beşên pêwendîdar û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku ji bo çareseriyê bi lez tevbigerin.

Hevserokan pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin

Li gelek taxan ava vexwarinê tune ye û hat diyarkirin ku rê xerab in, Hevserokan pirsgirêk û daxwazên şêniyan nirxand û pêşniyarên çareseriyê yên di zûtirîn demê de bên kirin bi welatiyan re parve kirin.

Serlêdan di cih de hatin qebûlkirin

Serokên beşên pêwendîdar daxwaznameyên li cih ên der barê daxwazên taxan de qebûl kirin û ji bo danûstandina rasterast agahî parve kirin.

Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman

Welatiyên li taxan kêfxweşiya xwe anîn ziman ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û rêveber cara ewil bi hev re serdana wan kirine. Balkêş bû ku welatiyên ku li taxê daxwaza kevirên asfaltê kirin, gelek caran xizmetên ku di dema Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên berê Gultan Kişanak û Firat Anli de hatibûn kirin, nirxandibûn. Şêniyên taxê tekez kirin ku bi taybet piştî heyama Kişanak û Anli ti kesekî serdana wan nekiriye û ti xizmet ji wan re nehatiye.

Eleqeya zêde ji bo Hevserokan heye

Hevserokan ku li her taxê eleqeyeke mezin dikişand, diyar kirin ku ew ê pirsgirêkên taxê di demeke herî nêz de bi baldariyeke taybet ji bo zarok, ciwan û jinan çareser bikin. Hevserokan di gerên xwe yên taxan de jî serdana malbatên şîna wan heyî kirin û sersaxî xwestin.

Hevserok Bucak: Wê xebat bên destpêkirin

Hevserok Bucak ku li pirsgirêkên şêniyên taxê guhdarî kir, diyar kir ku wan pirsgirêk û daxwazên welatiyan wergirtine û got ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ û Midûriyeta Xizmetên Gundî dê li taxan lêkolînên pêwîst bikin û dest bi xebatê bikin.

Hevserok Hatun: Em ê gotinên şaredara berê Gultanê paşguh nekin

Welatiyan ji Hevşaredar Dogan Hatun re gotin ku taxên wan herî dawî di serdema Gultan Kişanak de xizmet dîtiye û piştî girtina Kişanak jî tu xizmet nehatine kirin. Li ser vê yekê Hevserok Hatun got, "Em li vir soz didin ku em ê gotinên hêja Gultan Kişanak paşguh nekin û bînin cih."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30