Hevserok Hatûn: Em ê pirsgirêka av û rêya gundên Sûrê çareser bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn ku serdana gundên navçeya Sûrê kir diyar kir ku ew ê bi şaredariyên navçeyan re pirsgirêkên ava vexwarinê û rêyan çareser bikin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn piştî navçeyên Pasûrê û Çermûgê serdanên xwe yên li gundan didomînin. Hevşaredar Dogan Hatun bi şêniyên taxên Tanoglu, Kozan, Satî, Golpinar û Hecî Osman ên navçeya Sûrê re civiya. Hevşaredar Hatûn ku bala welatiyan kişand ser xwe, li gel hevserokên navçeyan û rêveberên şaredariyê yek bi yek guhdariya welatiyên li gundan kirin.

Pirsgirêk di cih de tên helsengrandin

Welatiyan diyar kirin ku li taxên wan pirsgirêkên binesaziyê yên wekî rê, av û kanalîzasyonê hene û xwestin ji bo çareserkirina wan xebat bên kirin. Hevserok Hatûn hem guh da daxwazan û hem jî pirsgirêk yek bi yek tespît kirin. Hevşaredar Hatûn talîmat da serokên yekeyên eleqedar ên Şaredariya Bajarê Mezin ku demildest dest bi xebatê bikin.

Hevserok Hatûn: Em ê pirsgirêkên av û rê çareser bikin

Hevşaredar Hatûn diyar kir ku pêşniyar û daxwazên welatiyan rewa ne û got ku li gundan karûbarên pêşiyê ji bo wan çareserkirina kêşeya av û rê ye û Şaredariya Bajarê Mezin bi şaredariyên navçeyan re dê hemû pirsgirêkên ava vexwarinê û rêya gundan çareser bikin.

Di serdana gundan de ligel Hevşaredar Hatûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer, Çêkirin-Xebatkirina Rê, Serokê Daîreya Koordînasyona Binesaziyê Suleyman Nazîf Akgonûl, Berdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Gulayî Kiliç û endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê jî amade bûn.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30