Hevserok Hatûn xebatên li ser rêya Tanoglu-Kozan-Satî seh kir

Hev serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn xebatên asfaltkirina rêya Tanoglu-Kozan-Satî ya navçeya Sûrê ku 9,5 kîlometre dirêj e, saxtî kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, xebatên asfaltê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve li ser rêya Tanoglu-Kozan-Satî ya di nav sînorên navçeya Sûrê de tên kirin, seh kir. Hatûn bi karkeran re sohbet kir û der barê projeyê de agahî ji ekîban girt.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Suleyman Nazîf Akgonûl bi Hevşaredar Hatûn re amade bûn.

Gund û gundik ji rê sûdê werdigirin

Rêya komî ya ku xebatên nûkirina wê dewam dikin, di heman demê de wek rêya girêdana navçeya Bismil û Sûrê tê bikaranîn.

Bi temambûna xebatê re taxên Kozan, Satî, Kartaltepe, Sarilar, Kervanpınar, Gölpınar, Tanoğlu, Hizirilyas û gundikên Hamzalı, Hanefi, Boztepe û Zorova ji rê sûdê werdigirin.

Li Licê 3 kolan tên nûkirin

Di çarçoveya projeyê de li cadeyên Mualla, Mûminaga û Bağlarê yên bi dirêjahiya 1,7 kîlometre ku di nav sînorên navenda navçeya Licê de ye û ji aliyê tevahiya navçeyê ve gelek caran tê bikaranîn, wê asfalta germ bê danîn.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30