Endamên Meclîsa TBBê hatin hilbijartin

Di hilbijartina ku bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin de, endamên Meclîsa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hatin diyarkirin.

Ji bo diyarkirina endamên meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bi kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hilbijartin hat kirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevserok û hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsên şaredariyên bajar û navçeyan beşdarî hilbijartinê li Navenda Kongre û Çandê ya Çanda Amedê (Sezai Karakoç) bûn. Di meclîsa ku ji bo hilbijartinê hat avakirin de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk û Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar pêk dihat.

Hevserok Bucak ji bo hilbijartinê agahî da

Hevşaredarê Bajarê Mezin Bucak der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê li gorî xala 20emîn a Qanûna Yekîtiyên Rêveberiyên Herêmî ya bi hejmara 5355an li ser asta welat hatiye avakirin û ev yek sendîkaya rêveberiyên herêmî ye ku hemû şaredarî endamên wê yên xwezayî ne. Bucak, li gorî xala sêyemîn a xala 20ê a yasaya hejmar 5355, endamên xwezayî yên Meclîsa TBBê ku ji şaredarên metropolan, navendên parêzgeh û cihên ku nifûsa wan ji 100 hezarî zêdetir e û şaredarên din pêk tê û endamên encumena şaredariyan ji her parêzgehekê, bi qasî hejmara cîgirên wê parêzgehê bêne hilbijartin. Bucak diyar kir ku ji bo Meclisa TBByê civîna xwe ya ewil li dar bixe dê di bin koordînasyona şaredariyên mezin ên li bajarên mezin û li gorî hejmara parlamenteran bên hilbijartin û endamên hilbijartî dê ji TBByê re bên şandin.

Lîsteya yekane ji bo dengdanê hat danîn

Paşê lîsteya yekane ya ku pêşkêşî Serokatiya Lijneyê hatibû kirin, ket dengdanê. Di salonê de lîste bi yekdengî hat qebûlkirin. Piştre jî di dengdana zerfê ya girtî de 12 kes ji bo endamên Meclîsa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hatin hilbijartin.

Ji bo Meclîsa TBBê 12 endam hatin hilbijartin

Navê 12 kesên ku ji bo endamên Meclîsa TBB'ê hatin hilbijartin wiha ye: Dogan Hatun, Dîlek Diyar Ozer, Fatma Ay, Mehmet Şik, Semra Akyuz, Besîle Narîn, Haci Akengin, Adnan Orhan, Şehmus Karamehmetoglû, Alî Suat Akmeşe, Sevîm Biçici û Mehmet Ergün.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30