Hevserok Hatûn serdana taxên Dîcle û Ferîtkoşkê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, serdana taxên Dîcle û Ferîtkoşkê kir û bi gel re rûniştin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatûn taxên Dîcle û Ferîtkoşk ên navçeya Yenîşehîrê ziyaret kir û bi gel re hevdîtin pêk anî. Di serdanê de Hevşaredar Hatûn, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan û Endamê Meclîsa Şaredariyê Ayhan Karatekîn jî amade bûn. Hevserok Hatûn li kolanên taxan geriya û bi welatiyan re sohbet kir.

Welatiyan behsa gazindên Veguherîna Bajarvaniyê kirin

Hevserok Hatûn ku ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat, li pirsgirêk û daxwazên şêniyên taxê guhdarî kir. Welatiyan diyar kirin ku ji ber xebatên Veguherîna Bajarvaniyê yên ji bo Taxa Ferîtkoşkê, ew mexdûr bûne û diyar kirin ku xaniyên destnîşankirî yên ku ji bo hilweşandinê hatine valakirin lê nehatine hilweşandin veguheriye cihên ku ciwan lê tiryakê bi kar tînin. Welatiyên ku xwestin giliyên wan bên çareserkirin, xwestin pirsgirêkên binesaziyê yên taxên Dîcle û Ferîtkoşkê bên helkirin, qadên lîstikê yên zarokan bên çêkirin û mala sersaxiyê bê çêkirin.

Hevserok Hatûn: Ji bo 'veguherîna li binecihê' me serî li wezaretê da

Hevşaredar Hatûn, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li her du taxan bên çareserkirin dê bixebitin û got ku wan weke şaredarî ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê daxwaza "guherîna li binecihê" kirine. Hatûn got ku ew ê li benda bersiva wezaretê der barê Veguherîna Bajarvaniyê de bin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30