Mala Lênêrîna Heywanan 1116 gilî bersivandin

Ekîbên li Mal û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 2 mehên dawî de hezar û 116 rapor nirxandin, lênêrîna 323 heywanan temam kirin û ber bi çolê ve berdan.

Navenda ku di sala 2009an da di bin banê Midûriyeta Karên Tenduristiyê da hat avakirin û li ser 17 hezar û 54 metreçargoşeyî xizmetê dike, 51 kozik, malên pisîkan, stargehên dewaran, odeyên rontgenê, laboratuar, odeyên emeliyatê û avahiyên îdarî hene.

Li navenda ku 400 kûçik û 150 pisîk tê de 550 heywan heyî, niha 212 heywanan dihewîne.

323 ajal berdan xwezayê

Li Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ji raporên welatiyan re yekser bersiv tê dayîn. Ekîban ji 8ê Nîsana 2024an vir ve 798 pisîk û 318 kûçik jî di nav de hezar û 116 rapor nirxandibûn û lênihêrîna 323 heywanan temam kiribûn û berdabûn çolê.

Xizmeta xwedîkirina heywanan tê dayîn

Ekîb ewil heywanên ku tên navendê li gor zayenda wan ji hev vediqetînin û heywanên nexweş sarêj dikin. Ekîb heywanên ku lênihêrîna wan qediyaye li gor zagona hejmara 5199an vedigerînin cihê ku lê birine û ji bo xwedîkirina hin sewalan jî. Di vê çarçoveyê de di meha dawî de 10 heywan hatin xwedîkirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30