'Kampanyaya Paqijkirina Amedê' dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê "Kampanyaya Paqijiya Amedê" da destpêkirin. Hevşaredaran paqijî kirin û agahî dan welatiyan.

"Kampanyaya Paqijkirina Amedê" ku bi şaredariyên navçeyên navendê re di bin koordînasyona Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê de hat lidarxistin, li Meydana Deriyê Çiyê dest pê kir. Bernameya kampanyayê ya ku hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, cîgirên sekreterê giştî, serokên daîreyan û rêveberên yekeyên pêwendîdar amade bûn, bi axaftinan dest pê kir. Beşdarên bernameyê tîşortên “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim”, “Ez Amedê ra hes kena leymin nêkena” bi tirkî û kurdî (Kurmancî-Zazakî) li xwe kiribûn.

Bakan: Heta bajar paqij bibe dê kampanya dewam bike

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, diyar kir ku ji bo ku Amedê paqij bikin kampanyaya “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” dane destpêkirin. Bakan wiha got: “Em îro dest bi kampanyaya xwe dikin, lê em wê naqedînin. Heta em Amedê paqij bikin û bajarê xwe bikin xwedî jîngeha paqij, xawên, hemdem û saxlem ku heq dike, em ê bi hemû hewldanan bidomînin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriyê bide kampanyayê."

Onkol: Em ji bo Amedeke paqij kom bûn

Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ku ji bo Amedê bikin bajarekî paqij ew îro li vir kom bûne û weha got, “Ji bo me her kolan û her taxek Amedê pir bi wate û bi nirx e. Pêdiviya taxên me bi paqijiya ku heq dike heye. Ji bo gelê xwe bi vê kêşeyê serwext û hişyar bikin me dest bi kampanya paqijiyê kir. Ji bo hemû kesên ku beşdarî me bûn û piştgirî dan me pîroz be.”

Akdag: Divê em kolanan paqij bikin

Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag jî got ku ew ji civakeke ku girîngiyeke mezin dide paqijiyê tên û wiha got: “Hûn dizanin dayikên me di bin baranê de jî hewşa malên xwe dişûştin. Lê em hesasiyeta wan tam fam nakin. Divê em di malên xwe de, ji zarokên xwe û hem jî ji malbata xwe re hişyariya bajarên paqij ava bikin. Divê em vê hişmendiya paqijiyê pêş bixin. Ji ber ku bajarê me Amed ji bo me pir bi qîmet e. Em her sibe li wan kolanan dest bi rojê dikin, ji ber vê yekê divê em wan paqij bikin. Her roj li seranserê Amedê bi hezar û 464 xebatkarên paqijiyê û 342 makîneyên maliştinê xebatên paqijiyê tên kirin. Ji kerema xwe her êvar saet di navbera 17.30 û 18.00an de çopê xwe deynin cihên diyarkirî. Hevalên me vê demê çopê kom dikin, em alîkariya wan bikin.”

Paqijî hat kirin, welatî hatin agahdarkirin

Piştî axaftinan hevserok û kesên pê re derbasî kolana Gazî ya navçeya Sûrê, Kolana Melîkahmet û Kolana Hz.Silêman bûn, ew paqij kirin û bi def û erbanê re der barê kampanyayê de agahî da welatiyan.

Li Baxlar û Peyasê çalakiya kampanyayê

Ji bo kampanyayê ku xwendekarên dibistanên seretayî û amadeyî wek temaşeker hatin diyarkirin, li kolana Hatboyu ya navçeya Baglarê û li Parka Rojava ya navçeya Kayapinarê çalakiyek hat lidarxistin.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30