Ji şaredariyê beriya YKSê hişyariya dengê bilind

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ku dê di 8-9ê Hezîranê de bê kirin, hişyarî da esnafan ku dengedengê nekin.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku xwendekar di îmtîhana YKSê de ji derxistina dengê bilind aciz nebin di çarçoveya Rêziknameya Kontrolkirina Dengê Jîngehê de teftêş kirin.

Ji bo welatî li derdora dibistanan dengê bilind dernexin û ji bo rê li ber çalakiyên ku dibe bala xwendekarên ku dê bikevin îmtîhanê bête kişandin bigirin, ekîban hişyarî da ku hemû kargehên wek înşaat, amûrên înşaetê, kargehên muzîka zindî, qehwexane, salonên dawetê, erebe şûştin û karsaziyên mîna wana divê hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.

Ekîban her wiha serdana rawestgehên taksiyan jî kirin û ji şofêran re ragihandin ku divê di dema îmtîhanê de ji kiryarên ku dengê bilind derbixe dûr bikevin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30