Page 2 - Kadın Politikaları Daire Başkanlığı
P. 2

Em jin...

                    Hê di zikê dayika xwe de
                    nas kirin cudahî...
                    Keçbûn xemgînî,
                    kurbûn mizgîniya șahiyê bû.

                    Ji dayik bûn...
                    Bi rengên helesor û șîn em ji hev cuda kirin.
                    Birayên me diçûn dibistanê,
                    Em li malê alîkara dayika xwe bûn.
                    Dilovanî, hurmet û xweșdîtin para birayên
                    me, Bêdilovanî, bêhurmetî û xweșnedîtin
                    her tim para me bû.

                    Em her tim yên dudoyan, yên cuda bûn.
                    Tu kes ji me nepirsî, hûn dixwazin çi bikin?
                    Hûn jiyanek çawa dixwazin?
                    Hûn dixwazin bi kî re bizewicin?!
                    Em kesên ku me ew nas nedikirin
                    re zewicandin. Dema ku mehra me birîn,
                    di heman demê de pêșeroja me,
                    ciwaniya me, xewnên me jî BIRÎN.
                    Em zarok bûn, me zarokên xwe anîn dinê.
                    Șehkirina porê xwe me bi hev re hîn kir.
                    Lîstikên me yên ku nîvco mabûn,
                    me bi zarokên xwe re lîstin.

                    Di jiyana xwe de em kesên wenda bûn.
                    Sîleya li rûyê me xistin bê sedem...
                    Neqediya tundî...
                    Mîrata ku ji bavê me, birayê me û zilamên ku
                    me ew nas nedikirin re mabû,

2
   1   2   3   4   5   6   7