Page 7 - Kadın Politikaları Daire Başkanlığı
P. 7

Em Dizanin
Mafên Me Hene

1. Heke em bi tundiyê re rû bi rû mabin ango îhtimaleke
wiha hebe û eger em bixwazin li cihekî ewle bimînin; em di-
karin daxwaza stareyê bikin.

2. Heke ku yek li me tedeyiyê bike ango îhtimalek wisa
hebe, ji bo parastina demkî em dikarin polîseke parêzvan
bixwazin.

3. Yê ku li me tedeyiyê dike ango îhtimalek wiha hebe, em
dikarin daxwaza biryara "ji malê dûrxistin" û ji bo ku zirar
nede me qedexeya nêzikbûnê bikin. Heke rewșa me rew-
șeke lezgîn be, xetereya jiyana me hebe û em nikaribin li
benda biryara dadgehê bisekinin, berpirsyarî û rayeya po-
lîsan heye ku wî kesî ji malê dûr bixin. Heke ku polîs vê ra-
yeya xwe bi kar neyne û berpirsyariya xwe bi cih neyne,
Pêwîst e bi sekneke xurt em vê rayeya polîsan bînin ziman
û ji bo kesê ku tedeyiyê dike, Dûrxistina malê ji polîsan bix-
wazin.

4. Ji bo kesê ku tedeyiyê dike, em dikarin biryara qedexeya
"acizkirinê" bixwazin.

5. Heke ewlehiya jîyana me di bin xetereyê de be; Em dika-
rin agahiyên nasname û navnîșanên xwe, yên zarokên xwe
di tomarên fermî de biryara veșariyê bixwazin.

6. Heke ewlehiya jiyana me di bin xetereyê de be em dikarin
agahiyên nasnameya xwe biguherînin. Lê belê teqez em ji
bîr nekin ku di nasnameya me ya berê de çi mafên me
hebin, em dikarin di nasnameya xwe ya nû de jî bixwazin.

                                                                                         7
   2   3   4   5   6   7   8   9   10   11   12