Şaredariya Amedê li dijî kêzikan xebateke berfireh da destpêkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta li seranserê bajêr li dijî kelmêş û kêzikên zirarmend ji sedî sed serkeftinê bi dest bixe, dest bi xebateke berfireh a dermankirinê ya 30 rojan kir.

Ekîbên Yekîneya Dezenfeksiyonê ya Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê û Karûbarên Veterînerî û Midûriyeta Şaxa Tenduristiya Gel, ji bo berbelavbûna mêş, kelmêş, pêşû, kêzik, axolk û yên wekî wan di asta ku tenduristiya mirovan tehdîd neke û pêşî li nexweşiyên wekî malaria, tîfo, kolera, dîzanterî, taya zer bigire zend û bend badan. Ekîb bi bikaranîna rêbazên kontrolkirina zanistî, xebatên kontrolkirina van kêzikên zirarmend pêk tîne.

285 xebatkar û 80 wesayît

Xebatên dermankirinê; Li 17 navçe û hezar û 46 navendan bi 285 xebatkar, 80 wesayit, 35 holderan, 15 atomîzer, 50 cîhazên ulv, 200 pompeyên paşverû, misbower, 5 alavên mijê yên termal berdewam dike.

Armanc qedandina vektoran e

Yekîneyên dermankirinê yên ku ji 1ê Gulana 2024an û vir ve li tevahiya bajêr dest bi xebateke berfireh kiriye, di navbera saet 6.00-12.00an de xebatên kombirkirina hêlînên kurmikên pêşûyan û di navbera saet 16.00-24.00an de jî kare jinavbeirina mêş û kelmêşan dikin.

Di xebata 3 rojî ya ku di 7ê Hezîrana 2024an de bi beşdariya 30 wesayit û 160 xebatkaran dest pê kir de, ji bo têkoşîna li dijî mêşên malê, kelmêş, kurmik û kêzikên zirarmend dê sehbêriyeka giştî bê kirin.

Bi xebata ku tê kirin, armanc ew e ku vektoran bi 100% serfiraziyê li seranserê bajêr kokbir bikin.

Soza me bi vî bajarî re heye, em ê di zûtirîn dem de encamê bigirin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Reşat Bakan ku ekîbên ku li cihê xebatên dermankirinê dixebitin ziyaret kir û wiha got: “Soza me bi vî bajarî re heye. Ji bo ku li vî bajarî jîngeheke saxlem û paqijî çêbibe, me dest bi xebateke cidî kiriye ji bo bidestxistina serkeftinê, weke di hemû waran de, nemaze di beşa dezenfeksiyonê de, ku giliyên tûj lê têne kirin. Em ê di zûtirîn dem de encam bigirin. Bi armanca bajarekî bê gilî, em ê bi gihandina vî karî ber bi nuqteya herî bajarokî, çi li navçeyên me yên navendî, çi li navçeyên me yên gundewarî û çi li gundên me, bigihêjin barê serkeftinê."

Kesên bi nexweşiyên kronîk û extiyar divê maskeyan li xwe bikin

Bakan diyar kir ku wan ji 6 dermanên herî bi bandor 40 ton hatin kirîne û wiha got: "Em dixwazin nexweş û kal û pîr maskeyan li xwe bikin da ku di dema sarêjkirinê de pirsgirêk dernekevin."

Sedema pirsgirêkê, di meha Çile-Sibatê de xerz derman nekirine

Bakan destnîşan kir ku li bajêr li hezar û 64 noqteyên bajêr xebat dewam dikin û wiha got: "Sedema sereke ya tengasiya ku em niha dijîn ew e ku di mehên Çile-Sibatê de, yanî di heyama kurmikan de derman nehatine bikaranîn. Ger di qonaxa xerz hêj kurmik de derman bihatana bikaranîn, ev pirsgirêk çênedibûn."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30