Hevserok Bucak pêşwaziya endamên Koma Jinên Femînîst kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên Koma Jinên Femînîst kirin mêvan.

Endamên Koma Jinên Femînîst ku ji Stenbolê hatin bajêr, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ziyaret kir. Hevşaredar Bucak bi xêrhatina jinan kir, piştre bi jinan re yek bi yek hevdîtin kir.

Endamên Koma Jinên Femînîst diyar kirin ku wan ji bo hevgirtina jinan serdana şaredariyê kiriye û ji bo hevgirtina jinan ew ê bixebitin. Jinan ji Hevserok Bucakê re di peywira xwe de serkeftin xwestin.

Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan û ji ber serdanê spasiya jinan kir.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30