JI ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE

Borsaya Qeyûm li ser kar e: Yenî Şafak li dijî demokrasiyê operasyonekê li dar dixe.

Rojnameya Yenî Şafak a ku weke bultena çapemeniyê ya hikûmetê ye, îro bi bêbextiya "Qendîl qeyûm avêtiye ser Amedê" nûçeyek belav kiriye bi vê buxtanê êrîşî îtibara rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dike ku ev rêveberî di 31ê Adarê de bi dilxwaziya mezin a gel dest bi kar kir. Ev paçavraya bi navê rojname, ku dûrî etîka çapemeniyê tevdigere, mafên kesane paşguh dike û karîneya bêgunehiyê nas nake, di heyamên berê de jî nûçeyên bi vî rengî de weşandibûn da ku zemîna sepandina qeyûman bêt çêkirin. Îro jî bi heman wezîfeyê raya giştî dixapîne û bi rêbazên rejîmên dij-demokratîk û dîktatorî nûçeyên bêbext û nerast çêdike. Divê ew bizane ku vê rojnameyê û ew kesê ku ew nûçe çêkiriye ew kiriye tetîkkêş. Bi agahiyên îftira yên ku ji exlaq û etîka çapemeniyê dûr in, asta rêveberiya me dike hedef, yek mafê gotinê nade aliyên din, bi gotegotên ti bingehê wan tune rêveberiya me dike armanc. Em bang li kesên ku bi derew, îftira û kampanyaya qirêj a ku ji aliyê çapemeniyê ve tê meşandin dikin, bi nêzîkatiya "rîxê lêde bila şopa wê bimîne" rê li ber qeyûman vedikin, bizanibin ku ev gel tu caran vê buxtan û bêbextiya we ji bîr nake, ev kirina we heman plana dizî, gendelî û şêlankariyê ye. Em baş dizanin ku rojnameya ku mijara gotinê ye dema qeyûman gelek ji wan xwariye, destê wê di rantxwerî û gendeliyê de heye, ji bo veşartina vana niha serî li bêbextiyên weha dide. Em careke din diyar dikin, xwe ji ber deriyê şaredariyên me ku îradeya gel hatine ser kar bidin paş û bi hêzên polîs, çek an jî bi rêbazên nedemokratîk negirin ser şaredariyê me.

Divê raya giştî bizane ku her hevalên me yên ku di nûçeyê de behsa wan tê kirin herî kêm 10-15 sal in karmendekî dewletê ye. Ev kes di dema qeyûm de jî ser kar û barên xwe bûne. Digel ku wê rojê ti pirsgirêkek bi van kesan re tune bû, gelo dema ku ew di asta bilind de têne destnîşankirin dibe pirsgirêk?

Li ser navê saziya hiqûqî ya şaredariya me, rêveberiya me dê sibê serê sibê der barê paçavraya navborî û amûra wê ya bi navê rojnamegeriyê de serlêdana sûc bike. Em bêbextiyên di nûçeyê de ji binî de red bikin. Herwiha her yek ji hevkarên me yên ku di nûçeyê de hatine behskirin dê li dijî rojname û rojnamevanê pêwendîdar serlêdana sûc bikin.

Em bang li kesên ku ji bo qeyûman rê çêdikin dikin! Hûn ê nikaribin bi amûrên xwe yên dijwar tiştê ku we li ser sindoqê bi dest nexist bi dest bixin. Em ê serî li ber we, derewên we, amûrê we netewînin.

Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30