Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hilberandina malzemeyên wek dergeyên betonê û dergepîkên betonî ku ji bo xebatên binesaziya kanalîzasyonê hewce dike, teserûfê dike.
Midûriyeta GiÅŸtî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÃŽSKÃŽ) ji bo ava vexwarinê ya bênavber û saxlem li seranserê bajêr peyda bike û pirsgirêkên binesaziyê çareser bike xebatên xwe didomîne.Â
Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku xebatên xwe yên kanalîzasyonê didomîne, malzemeyên wek dergeyên betonî û dergepîkên ji çîmentoyê û qepaxên betonî çêdike. Bi vî awayî hem bi kêmkirina lêçûnên pereyan teserûfê dike û hem jî bi leztir temamkirina projeyan hêvî û pêdiviyên welatiyan pêk tîne.
Li şantiyeya ku girêdayî Midûriyeta Çêkirin/Temîrkirina Tora Ava Kanalîzasyonê ye, li gorî daxwazên ji xebatên ku li qadê tên kirin, dûxanên betonê û kelûpelên beton ên bi kepçe têne çêkirin, ji bo ku di çêkirin û tamîrkirina kanalîzasyonê de werin bikaranîn, têne terxankirin.
Kevirên beton ên ku têne hilberandin di hilberîna torê ya nû de li deverên gundewarî, li xalên xetera diziyê û li cihên hewcedarî pê heye têne bikaranîn.
Â