Beriya cejnê kontrola peqpeqikan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê ji bo pêşî li firotina madeyên teqemeniyê yên wekî fîşek, peqpeqik û torpîlan bê girtin, li firoşgehan kontrol kirin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan di kontrolên ku di hefteya dawî de li 123 firoşgehan kirin de, ji bo pêşî li firotina madeyên teqemenî û şewatê yên wek fîşek, peqpeqik û torpîdoyê ku beriya Cejna Qurbanê dibe sedema birîndarî û dengedengê, ji xwediyên firoşgehan re hişyarî dan. Ekîb ji bo kargehên teqemenî û madeyên şewatdêr difroşin hişyar dike, da ku gel betlaneya xwe aram derbas bike. Herweha ew ê tim û daîm kontrolên xwe jî bidomînin.

Ji ALO 153 re gilî bikin

Ekîbên zabiteyan diyar kirin ku divê welatî di vê mijarê de hesastir bin û xwestin cihên ku peqpeqik û tiştên bi vî rengî difiroşin ji "ALO 153" re bên ragihandin.

Kontrola bihayê giran

Midûriyeta Zabiteyan ji bo tespît bike ka li bazaran bihayên zêde hene, kontrolên xwe didomîne. Ekîbên zabiteyan bazarên li navenda bajêr ji bo bihayên giran, cudahiya kaseyê û tarîxa qedandinê kontrol kirin. Di xebatên ku hatin kirin de ji bo kargehan raporên kontrolkirina biha û raporên tesbîtkirina lihevkirinê hatin amadekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê li bazarên seranserê parêzgehê kontrolkirina biha û etîketên zêde yên xwarinên bingehîn û pêdiviyên pêwîst bidomîne.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30