Şaredarî dadikeve kolanan û guh dide daxwazên gel

Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan de bi vekirina standên li kolanan guh dide daxwazên gel.

Civîn û xebatên ku ji bo gel, keya, saziyên sivîl, hevÅŸaredar û endamên meclîsan, sazî û dezgehên cemaweriyê yên li 17 navçeyan tevlî amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an bibin, ji aliyê Åžaredariya Bajarê Mezin ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Li gorî pêÅŸniyar û daxwazên ku di encama xebatên ku bên kirin de hatine berhevkirin dê Plana Stratejîk a 5 salan bê amadekirin.

Di çarçoveya van xebatan de Midûriyeta Åžaxa PêÅŸxistina Stratejiyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Darayî li gelek nuqteyên bajêr standan vedike û hêviyên gel dipirse.

Di çarçoveya projeyê de li navçeyên Sûr, Kayapinar, Baxlar û YenîÅŸehîrê 4 roj e bi roj û êvarê li standên vekirî daxwazên gel tên pêÅŸwazîkirin. Xalên ku forma daxwaz û xwestek tê de têne danîn ev in: “Parka KoÅŸuyolu, li ber Mizgefta Mezin, Parkorman, Kolana Huner, Parka Newrozê, Cadeya Gazî, Parka 75, NINOVA AVM, Kuçeya dergeyê Nû, WINSTON AVM, Kolana Ekinciler, Parka Goletli, Li ser Pira Dehderî, Ceylan AVM, Forum AVM. ”

'Ez pir kêfxweÅŸ bûm'

Welatiyên ku di forma daxwaznameyê de nêrîn, pêÅŸniyar û daxwazên xwe nivîsandin diyar kirin ku ew ji serlêdanê memnûn in û spasiya Åžaredariya Bajarê Mezin kirin.

Meltem Sencan, anî ziman ku daxwazên wan ên ji aliyê Åžaredariya Bajarê Mezin ve hatin pêÅŸwazîkirin, û wiha got: “Ez di kolana hunerê re derbas dibûm. Min stand dît û bala min kiÅŸand. Ez çûm standê û wan daxwazên min girtin. Ez pir kêfxweÅŸ bûm. Hêvîdar im ku daxwazên ku min nivîsîbûn pêk bên. Ez gelek spasiya Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikim.”

Ji welatiyan Baran Balkaya jî wiha got: “Ez li Amedê dijîm. Dema derbas dibûm min stand dît. Åžaredariya Bajarê Mezin daxwaz û pêÅŸniyarên min wergirtin. Ez pir kêfxweÅŸ bûm." 

Yusuf Bayrak weha got, “Beriya vê ÅŸaredariyê qeyûm hebû. Em diçûn wir û digotin, lê kes eleqedar nebû. Niha pir baÅŸ e. Me gazincên xwe ragihandin. Ez hêvî dikim ku ew ê bibe." 

Daxwaz bi rêya medyaya civakî jî tên wergirtin

Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di çarçoveya Plana Stratejîk a 2025-2029an de lêkolîneke anketê ya bi navê "Bandor û feraseta xizmetên li ser civakê" amade kir. Anket ji bo ku li ser malpera Åžaredariya Amedê û hesabên medyaya civakî bigihîje her kesî hate çêkirin. Forma anketê mimkûn e ji malper û hesabên medyaya civakî bêt bidestxistin.

Welatî dikarin ji lînka jêrîn xwe bigihînin anketê:

https://www.diyarbakir.bel.tr/anket

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30