Pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 350 malbatên hewcedar pakêtên alîkariyê belav kir.

Parçeyên alîkariyê yên xwarinê ku bi hev re ji aliyê beşên Xizmetên Jin û Malbatan û Xizmetên Civakî ve hatibûn amadekirin, radestî malbatên ku rewşa wan a aborî teng e hate kirin.

Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerrîn Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz, çûn serdana Navendên Jiyana Jinan a Dergeyê Mêrdînê, Benusen û Lalabeyê û bi jinan re hevdîtin pêk anîn.

Turk û Gurbuz, cejna jinan pîroz kirin û qoliyên ku xwarinên bingehîn tê de hene li jinan belav kirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30