Qadên serjêkirin û firotina qurbanan tên dezenfektekirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di tevahiya cejnê de li qadên firotin û serjêkirina heywanên qurbanê yên li navenda bajêr xebatên xwe yên dezenfektekirin û paqijkirinê bidomînin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê dê di tevahiya cejnê de xebatên xwe yên paqijkirin û dezenfeksiyonê bidomînin da ku welatî di jîngeheke saxlem, ewledar û paqij de merasîmên xwe yên qurbanê pêk bînin.

Dermanên ku zirarê nadin tenduristiya mirov û jîngehê têne bikaranîn

Di xebatann de dermanên ku zirarê nadin tenduristiya mirov û hawîrdorê ku ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatine pêşniyazkirin têne bikaranîn. Bi vê pêşî li şînbûna larvayên mêşan ku dibe ku li deverên firotina heywanên qurbanî û serjêkirinê peyda bibin, tê girtin.

Şefitiya dermankirinê ya ku bi 24 ekîbên lêgerîna serçavî û reşandinê, 4 ekîbên dezenfektekirinê, 23 makîneyên mijê yên ULV yên şevînî û 5 xebatkarên kontrolê xebatên xwe dimeşîne, li nuqteyên destnîşankirî dixebitin. Her wiha li gorî daxwazên welatiyan mudaxele li nuqteyên cuda tên kirin.

Bi saya sepanê rê li ber hilberîna mexlûqên vektorî yên wek mêşên malê û kelmêş tê girtin û welatî dikarin di hawîrdoreke saxlem de heywanên qurbanî bikirin û bifroşin.

Herweha tîm dê di Cejna Qurbanê de li seranserê bajêr xebatên xwe yên serjêkirin û firotinê bi baldarî bidomînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30