Hevşaredar Bucak serdana goristan û malbatan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristan û malbatan kir.

Hevserok Bucak, beşdarî bernameya bîranînê ya ku li ser gora Serokê HEPê yê Parêzgeha Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991an de hatiye kuştin, bû.

Tevî hevserok Bucak, parlamenter Adalet Kaya û Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gel (DEM) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), komeleya Hevgirtin, Yekîtî û Piştevaniya bi Malbatan re, rêveberên Komeleya Çandê ya MEBYA-DERê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.

Bucak serdana malbatan kir

Piştî bernameya bîranînê Hevserok Bucak li taxên Şehîtlîk û Ferîtkoşkê yên navçeya Yenîşehîrê serdana hin malbatan kir.

Hevşaredar Bucak cejna van malbatan pîroz kir û xebatên ku ew ê weke Şaredariya Bajarê Mezin li bajêr bidin meşandin vegot.

Hevşaredar Bucak hêviyên malbatan ji Şaredariya Bajarê Mezin pirsî û destnîşan kir ku dê bi hev re bajêr bi rê ve bibin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30