Hevserok Bucak eyda xelkê pîroz kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, cejna Qurbanê bi gel re pîroz kir.

Çalakiyên nobedê yên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a li dijî tayînkirina qeyûman, di cejnê de dewam dikin.

Hevşaredar Bucak kesên beşdarî nobedê bûne pîroz kir.

Bucak, anî ziman ku ew di rojên dijwar re derbas dibin, ancax di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de îradeya gel bi ser ketibû.

Bucak diyar kir ku divê hikûmet rêzê li îradeya gel û encama hilbijartinê bigire û wiha got:

"Li Tirkiyeyê li ku derê dibe bila bibe, li hemû bajaran divê rêz li îrade û encamên sindoqan bê girtin. Em dizanin ku gelê me yê bi qîmet ku îro li vir e, bi vê bawerî û vîna xwe li vir in. Gelê me ji bo encamê têdikoşe. Em partiyeke ku bi rêveberiya xwecihî bawer dikin, mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin."

Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan dixebitin

Bucak, anî ziman ku ji ber kambaxiya ku rêveberiya qeyûman a 8 salan li pey xwe hiştiye ew rastî gelek zehmetî û kêmasiyan hatine û wiha got:

"Di vî warî de em xwe li feraseta we gelê xwe yê bi qîmet digirin. Bi taybetî ez dixwazim qala kêmbûna avê bikim ku pirsgirêka herî mezin a me ye. Tîmên me 48 saetan bê xew û bêhnvedan dixebitin da pirsgirêka kêmbûna avê çareser bikin. Ji bo ku em vê pirsgirêkê çareser bikin çi ji destê me tê em tesxîrî tê de nakin. Mizgînî ji bo gelê me, ez spasiya we hemûyan dikim ku îro li vir li cem me ne û ji pêvajoya hilbijartinê heta niha we mil daye dilê me."

Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî axivî û weha got:

"Polîtîkayên ku li dijî Kurdan rêyeke dûr û dirêj derbas kirin. Behsa biratiyê dikin. Ferqa dengê gelê Amedê û dengê gelê Yozgatê çi ye? Biratî di serî de wekhevî ye."

Di çalakiya pîrozbahiyê de hunermend Azad Bedran konserek da. Çalakiya nobetê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30