Cihên serjêkirina qurbanan tên paqijkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di tevahiya cejnê de li qadên firoştin û serjêkirina heywanên qurbanê yên li navenda bajêr, xebatên xwe yên dezenfektekirin û paqijkirinê bidomînin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê xebatên şûştin û dezenfektekirinê dimeşînin da ku welatî di jîngeheke saxlem, ewledar û paqij de merasîmên xwe yên qurbanê pêk bînin.

Serokatiya Tendurustiyê ya ku bi 24 ekîbên lêgerîn û reşandinê, 4 ekîbên dezenfektekirinê û 5 xebatkarên kontrolê xebatên xwe dimeşîne, li 8 nuqteyên cuda xebatên dezenfektekirinê dimeşîne. Her wiha li gorî daxwazên welatiyan mudaxele li nuqteyên cuda tên kirin.

Bi pratîka paqijiyê ya ku danê êvarê tê kirin, qadên serjêkirinê bi tevahî tên şûştin û bi dermanên standardbilind ên ku tu zirarê nade tenduristiya mirovan tê dezenfektekirin. Bi vî awayî qadên serjêkirinê ji bo roja din bi awayekî paqij û saxlem tên amadekirin.

Tîm dê di tevayê Cejna Qurbanê de li seranserê bajêr xebatên xwe yên serjêkirin û firotinê bi baldarî bidomînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30