Hevserokan li Taxa Qubeşî bi gel re hevdîtinek pêk anî

Hevserokên Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn li Taxa QubeÅŸî bi welatiyan re hatin cem hev.

Hevserokên Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn serdanên xwe yên taxan didomînin.

Hevserok Bucak û Hatûn li Taxa QubeÅŸî ya navçeya YenîÅŸehîrê bi welatiyan re hatin cem hev, li pirsgirêkên taxê guhdarî kirin û ji bo çareseriyê nêrînên xwe anîn ziman.

"Deriyê ÅŸaredariya me ji her kesî re vekirî ye"

Hevserok Bucak di destpêka axaftina xwe de cejna welatiyan pîroz kir.

Hevserok Bucak bal kiÅŸand ser pirsgirêkên dawî yên der barê avê de û diyar kir ku ew hemû giliyên ku distînin bi hûrgilî dinirxînin û rêyên çareseriyê dibînin.

Hevserok Bucak weha axivî:

"Deriyê ÅŸaredariya me ji her kesî re vekirî ye, ger tengasî an jî kêmasî hebe, welatiyên me dikarin rasterast bi me re, an jî bi hevÅŸaredarên navçeyan û endamên meclîsê re hevdîtinê pêk bînin û pirsgirêkên xwe bînin ziman."

Hevserok Bucak axaftina xwe wiha domand:

"Gelê me xwediyê ÅŸaredariyê ye, hemû gelê Amedê xwediyê ÅŸaredariyê ye. Heya hûn ji cihê rast, bi kanaleke rast xwe bigihînin me û pirsgirêkên xwe ji me re ragihînin. Em tu carî piÅŸta xwe nadin rêbazên çaseresiyê. Ji roja ewil a eydê ve midûrê me yê giÅŸtî û serokên dezgehan bêyî xew li serê SCADA nobedê digirin. Sedema sereke ya kêmbûna avê bi rêbazên nelirê avdana baxçeyan e. Ji ber vê rêbazê nahêlin av bê malên we. Em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin."

PiÅŸtre Hevserok Dogan Hatûn axivî, cejna welatiyan pîroz kir û wiha got:

“Roja me mazbata wergirt û em ketin nav ÅŸaredariyê me got, em hevÅŸaredarên 2 milyonî ne, yê hemû bajêr in. Lewra pirsgirêkên 2 milyon ÅŸêniyên vî bajarî tevayî pirsgirêkên me ne. Li kû derê pirsgirêkek hebe hewce ye em bi hev re çareser bikin. Pirsgirêk bi kesan tenê çareser nabe. Divê pirsgirêk li cihê rast were ziman û dû re em bi hev re li ser çareseriyê biaxivin, biryar bidin û çareser bikin.” 

"Li dijî me propagandaya reÅŸ dikin"

Hatun diyar kir ku li ser avê propagandaya reÅŸ tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Ev çend roj e pirsgirêka avê bûye rojev, herwekî çawa em hatine qaÅŸo em avê nadin gel. Li dijî me di ser avê re propagandayeke reÅŸ dikin. Ev kesên han neyarên gel in. Partiya me tenê wezîfeyek daye pêÅŸiya me; hûn ê vî malê gel biparêzin û wî bo xizmeta gel bi kar bînin. Bendava Keça Qirêl hûn tev dizanin. Li ser serê wê tesîsek wek otêleke 5 stêrk hatiye avakirin. Nêzî 300 mîlyon pere lê xerc kirine. Ev tesis bi pereyê belediyê bo DSÄ°yê çêkirine. Pereyê ji bo avê li vir xerc kirine. Û wekî vê gelek tiÅŸtên din hene.”

Herweha piÅŸtî civîna gel hevserok Bucak û Hatûn xebatên taxê seh kirin.

Hevserokên Åžaredariya YenîÅŸehîrê, endamên meclisa ÅŸaredariya bajarê mezin û serokên daîreyan bi hevserokan re amade bûn.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30