Şaredariya Bajarê Mezin bi hemû yekîneyên xwe li hewarê ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji kêliya ewil bi 6 wesayitên îtfaiyeyê û 60 xebatkaran bi hewara şewata di navbera navçeya Çinar û Şemrexê ya ku qadeke 66 kîlometroyî şewitî, bû. Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku di bin serokatiya Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatûn de hat avakirin, hem li nexweşxaneyên navenda bajêr hem jî li taxên gundan ên ji şewatê bandor bûne, xebatên xwe didomîne.

Şewata ku duh danê êvarê (20.06.2024) li qadeke berfireh a di navbera navçeya Amed Çinarê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de dest pê kir û heta saetên sibehê dewam kir, ziyanên canî û madî dan.

Ji kêliya yekê ya şewatê ve bi kordînasyona Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatûn Maseya Koordînasyona Krîzê hat avakirin. Bi tevlêbûna Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Aziz Ozdogan, Ozgur Yıldız û Zerrîn Turk û serokên daîreyan, li qada ku şewat derket, tevahiya şevê bi ruhê seferberiyê xebitîn.

Hevserok tevahiya şevê li qadan bûn

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatûn û rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin, ji kêliya yekem a şewatê ve xebatên vemirandina agir û peydakirina pêdiviyên mirovî yên li taxên gundewarî bi kordîne kirin.

Hevşaredar Bucak û Hatûn malbatên li gundan ziyaret kirin. Piştre Hevserokan ji bo dermankirina birînên xizmên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û hevgirtinê serdana nexweşxaneyên bajêr kirin.

6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan

Li gor daneyên fermî yên ewil ên Midûriyeta Karên Tenduristiyê 6 welatiyên me ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dermankirina 22 birîndarên ku 10 jê giran in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dikin.

Navê welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Ubeydullah Buğdaycı, Abdurrahman Buğdaycı, İsmail Yardımcı, Remzi Yılmaz û Mazhar Demir û Sînan Deviren.

Heywanên birîndar hatin dermankirin

Dîsa li gorî daneyên Midûriyeta Tenduristiyê gelek dewar û pez û cureyên mexlûqên ku beşeke girîng a jiyana xwezayî ne, jiyana xwe ji dest dane.

Di dema ku xebatên vemirandina şewatê didomin, ekîba pispor ku di nav de beytarên Midûriyetê jî di nav de bûn, alîkariya ewil da heywanên birîndar. Ji Daîreyê 2 beytar, 3 karkerên zeviyê, ekîbên Şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan û Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê jî beşdarî xebatên alîkariya ewil bûn. Piştî arîkariya ewil a sewalên birîndar rakirin Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan. Hewldanên hewarçûnê yên ji bo zindiyên li herêmên ku şewat lê ketine, dê dewam bikin.

Komeleya Parastin û Rizgarkirina Heywanên Kargoyê ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne jî ji bo piştgiriyê bide xebatê ber bi Amedê ve bi rê ket.

6 wesayîtên agirkujiyê û 60 xebatkar li qadê bûn

Şewata ku hêj sedema wê nehat zanîn duh saet di 22.09an de ji Midûriyeta Agirkujiyê re hat ragihandin. Saet di 22.10an de 2 wesayitên îtfaiyeyê û 6 îtfaiye ji Îtfaiyeya Çinarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin derketin rê. Piştî vê yekê yekser ji Bismilê 2 wesayîtên îtfaiyeyê û 6 îtfaiye, ji navenda bajêr 1 wesayîtên agirkujiyê û 4 îtfaiye û ji Şaxa Navendê jî 1 wesayîtên îtfaiyê û 4 îtfaiye hatin herêmê.

Bi tevahî 6 wesayîtên agirkujiyê û 20 îtfaiye beşdarî xebatên vemirandina agir bûn. Piştî kêmkirina bandora şewatê, îtfaiye beşdarî xebatên midaxeleyî yên li qada şewatê ya li navçeya Şemrexa Mêrdînê bûn. Heya niha 1 wesaîta îtfaiyeyê û 1 tankera avê li qadan in ku ji bo rewşeke neyînî ya muhtemel midaxele bikin.

Serokên daîreyan li qada şewatê bûn

Di heman demê de Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê bi 4 tankerên avê û 10 xebatkar, Midûriyeta Park û Baxçeyan bi 10 tankerên avdanê û 24 xebatkar, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê jî bi 6 tankerên avê, 1 dolmîşê, 1 kamyoneke kanalîzasyonê û bi tevahî 14 xebatkaran gihîşt qada şewatê. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê îro bi 7 tankerên avê ava vexwarinê da gundên ku şewat lê ketine. DÎSKÎ ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rabe dê bi heman ekîbê ava vexwarinê bide welatiyan.

Piştgiriya şaredariyên derdorê

Li aliyê din şaredariyên derdorê jî beşdar bûn û piştgirî dan xebatên vemirandina êgir. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê 1 îtfaiye, Şaredariya Wêranşarê 3 tankerên avê, Şaredariya Semsûrê 1 îtfaiye û 16 xebatkar, şaredariyên Cizîr, Silopiya, Êlih; Sûr, Yenîşehîr, Kayapinar û Baglarê jî bi ekîbên xwe ve di xebatên vemirandina agir de cih girtin.

Hewldanên sarkirinê berdewam dikin da ku agir negihêje zêdetir cihên jiyanê.

Qadeke 66 kîlometroyî kete ber

Li gor tesbîtên ewil ên Midûriyeta Xizmetên Gundan agir bi qadeke 66 kîlometroyî ket. Erdên çandiniyê û taxên gundewarî yên li herêma navborî bandor jê girt. Li herêma ku şewat lê bi tesir bû jî berhemên dexl ên wekî genim, ceh, nîsk û nok ji nebatên li deştê şîn dibin jî, darên wekî zeytûnên ku di nebatên maqûsê de şîn dibin, ji ber taybetmendiyên avhewayê yên herêmê nikarin xwe ji şewatê rizgar bikin. Li herêmê bi awayekî çalak sewalkarî dihat kirin. Ji ber vê sedemê ji bilî windahiyên canî xisareke mezin a madî jî çêbû.

Ji xizmên nexweşan re desteka xwarin û mal hat dayîn

Ekîbên Daîreya Xizmetên Civakî jî piştgirî da malbatên birîndarên di bin tedawiyê de ne. Ekîban li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê li xizmên nexweşan betanî, pelika, destmal, av û vexwarin belav kirin. Ji xeynî du nexweşxaneyan şorbe li xizmên nexweşên ku li Navenda Tiba Edlî li bendê ne hat belavkirin. Her wiha li sê cihên mijara gotinê ji 450 kesî re xwarin hat dayîn. Dîsa li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl semovara çayê, li Zanîngeha Dîcleyê jî wê semovara çayê bê çêkirin.

Her wiha li taxên gundewar ên ku ji şewatê bandor bûne tuwaletên gerîde hatin danîn.

Pêdiviyên jinan hatin bicihanîn

Her wiha endamên meclîsa jinan, Alîkara Sekreterê Giştî Zerrîn Turk û xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, pêdiviyên jinên bi xizmên xwe yên birîndar ên li baxçeyên nexweşxaneyan li bendê ne, tespît kirin. Piştî ku pêwîstî hatin peydakirin, xizmên jinên birîndar birin Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan.

Navenda Koordînasyona Krîzê dê 24/7 kar bike

Asta rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a li Navenda Koordînasyona Krîzê ye dê bênavber xebatên xwe bidomîne. Li aliyê din dê endamên Meclîsê li herêmên şewat lê ketine jî bixebitin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30