Hevserokan xebatên vemirandina agirî kordîne kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi ekîbên agirkujiyê re çûn îtfaiyeyê.

Rojane ji zêdetirî 80 şewatan re mudaxele tê kirin

Midûriyeta Îtfaiyê li 17 taxan bi 16 şax, 59 wesayît û 88 xebatkaran bênavber xebatên xwe didomîne, rojane bi giranî midaxaleyî zêdetirî 80 şewatan dike.

Xebat bi esasê 24/7 tê meşandin

 Di çarçoveya xebatên îtfaiyeyê yên 24/7an de di nav 24 saetên dawîn de 284 gilî hatin wergirtin.

Hevserok li meydanê ne

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî xebatên vemirandina agirpêketina li taxên Ovabag û Yeşîlbag navçeya Çinarê bûn.

Tîmên bi koordîneya Hevserokan agir beriya ku gur bibe xistin bin kontrolê û xebatên sarkirinê bi dawî kirin û herêm bi temamî xistin bin kontrola xwe.

Hişyariya Hevserokan ji bo neşewitandina prêzeyan

Hevserokan di hevdîtina bi şêniyên gundan re bal kişand ser wêraniya mezin a ji ber şewatê derketiye û ji welatiyan xwest ku prêzeyan neşewitînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30