DÎSKÎ dê ji ber xebatên deplasekirinê avê bibire

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebata deplasekirina ku li Bulvara Mahabadê ya di nav sînorên navçeya Kayapinarê de dest pê kir, xeta ava vexwarinê ya nû ya 410 metreyî anî bajêr.

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xeta ava vexwarinê ya ku ji aliyê Bankeya Parêzgehan ve hatibû çêkirin, lê bi demê re di nav qada geşepêdanê de mabû bi tenduristtir bixebite dest bi xebata veguheztinê kir.

Ji bo di dabînkirina ava vexwarinê de pirsgirêk dernekevin, xeta berê hat betalkirin û xeteke nû ya 410 metreyî hat danîn. Li Bulvara Mehabadê ku xebat lê tê kirin, dê boriyeke bi qalindahiya 1000 mm bi şebekeya sereke ya ava vexwarinê ve were girêdan. Ji ber xebatan dê li hin herêman av bê qutkirin.

Îro danê êvarê (23.06.2024) saet di navbera 21.00 û 24.06.2024an saet 06.00ê danê êvarê li hinek deverên Yenîşehîr û Sûrê dê av bi awayekî mecbûrî qut bibe.

Herêmên ku bên birîn

Navçeya Yenîşehîrê; Fermandariya Kolorduya 7. Taxa Aziziye, Gürdogan, Dönümlü, Elidolu, 88 Evler û navçeya Sûrê; Li taxên Yukarikiliçtaş, Fetih, Yîgît Çavuş, Satî, Karabaş, Bagivar û Karaçaliyê dê av qut bibe.

Di daxuyanîya ku ji aliyê DÎSKÎyê ve hat dayîn de ji welatiyên ku li taxên ku dê ji qutbûna avê metirsîdar bin hat xwestin ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30