Heyeta CHPê serdana Şaredariya Amedê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Alîkarê Serokê Koma CHPê Alî Mahîr Başarîr û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Alîkarê Serokê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) Alî Mahîr Başkar ê ku ji bo lêkolînkirina qada şewatê ya di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û wekîlên pê re Velî Ağbaba, Sezgin Tanrikulu, Ahmet Baran Yazgan re hat bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir. Piştî pêşwazîkirinê, Hevserokan bi heyeta CHPê re yek bi yek hevdîtinek pêk anîn.

Hevserok Bucak ji ber serdana heyeta CHPê spasiya wan kir û ji ber şewata navbera navçeyên Çinar û Şemrexê de bal kişand ser girîngiya hevgirtinê.

Tanrikulu: Em li dijî pêkanînên qeyûman têdikoşin

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku wan serdana hevgirtinê ji bo hevserokên bijartî yên Amedê kiriye. Tanrikulu bal kişand ser wêrankirina qeyûman a li bajêr û got, “Divê careke din rêbaza qeyûm tayînkirinê neyê ceribandin. Ev pêkanîn ji niha û pê ve nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye, hîn bêhtir dixe nava xirecirê û aloztir dike. Em li dijî vê pêkanînê ne û em ê ji bo vê têbikoşin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30