Şaredariyê ji bo heywanên bêxwedî zend û bend badan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi parêzvanên mafên sewalan re ji bo pêdiviyên heywanên bêxwedî yên wek starekirin, stargeh û xwarinê peyda bike, gava ewil avêt.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gördük, Midûrê Karên Beteriyê Emin Vural, ji Komeleya Edaleta Heywanan Bariş Karlı û Şevval Kamçi, ji Lijneya Şopandina Mafên Heywanan Fatma Biltekin, ji Komeleya Dadmendiya Heywanan Leyla Naz Eren, Seroka Komeleya Parastina Xweza û Ajalan (DOHAYKO) Sevgî Ekmekciler bi Hevserokên Odeya Doktoran Alî Suleymanoglu û Zeynep Îpek û nûnerên Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê re hevdîtin pêk anî.

Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Serokê Daîreya Tenduristiyê Abdulvahap Saçakli û Midûrê Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan Jêhat Altun jî beşdarî civîna li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Pêşniyarên çareseriyê yên hevpar hatin nîqaşkirin

Di civînê de li ser mijarên wekî starekirin, rola şaredariyên navçeyan, pirsgirêk û xwedîderketina ajalên li kuçe û kolanan ser gulîfekan, pêvajoyên rehabîlîtasyonê, karkirina xebatkarên pispor û bo heywanan avakirina hêlînan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de mijarên wekî avakirina goristana ajalan, sînordarkirina nifûsa ajalan li gundan, lidarxistina çalakiyên agahdarkirinê bi şêniyên gundan re û hevkariya bi rêxistinên sivîl û bi taybet odeya beytaran re di van mijaran de hatin gotûbêjkirin.

Plansaziya 3 qonaxî hate kirin

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di demeke kurt, navîn û dirêj de çi bê kirin, pêwîstiyên weke stargeh, xwarin û dezenfektekirinê ku dê qalîteya jiyana ajalên bêxwedî li herêmê zêde bike, demeke pir kin û dabînkirina ewlekariya hemû zindiyan, hat gotûbêjkirin. Piştî civînê biryar hat dayîn ku hemû pêşniyarên çareseriyê bi hevparan re bên bicihanîn.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30