Dezgeha agirkujiyê di meha Hezîranê de bi hewara 1333 şewatan çû

Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, midaxaleyî şewatên prêzeyan ku di rojên dawî de bi bandor bûn, kir. Ekîbên agirkujiyê bênavber li qadê dixebitin bi 149 îtfaiye û 52 wesayitan di 22 rojên dawîn ên hezîranê de midaxeleyî 1333 şewatan kirin. Ji vê hejmarê 453 di hefteya dawî de çêbûne.

Di şewatên li pey hev ên ku di hefteya dawî de derketibûn, tevî kêmbûna alav neferên Midûriyeta Îtfaiyê hewldaneke girîng da. Niha li navenda bajêr li Peyas, Yenîşehîr û Baxlarê û li 13 navçeyên derakî xebatên îtfaiyeyê bi tevahî 52 wesayît û 310 neferan dewam dikin. Hejmara neferên mijara gotinê li qadê wek îtfaiye dixebitin 149 e.

Tîmên agirkujiyê 24/7 di nobetê de ne

Ji ber zêdebûna şewatên di mehên Hezîran-Tîrmehê de, dema ku hewa germ dibe û dexl tên berhevkirin, ji bo hemû neferên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyê destûr hat rakirin. Ekîbên îtfaiyeyê li qadê di dewreyê de dixebitin, ji bo destwerdana bûyerên şewatê yên ku bi zêdebûna germahiyê re zêde dibin, dixebitin.

Di meha Hezîranê de 1333 şewat hatin vemirandin

1003 mudaxeleya agir di navbera Hezîran û Mijdarê de (6 meh) di 2020ê de, 489 di navbera Gulan û Mijdarê de (7 meh) di 2021 de, 485 di navbera Hezîran û Mijdarê de (6 meh) di 2022 de, 810 mudaxeleya agir di navbera Hezîran û Kanûnê de (7 meh) 2023 hate kirin. Ev hejmar di meha Hezîrana îsal de bi awayekî berçav zêde bûye û bûye 1333. Ji vê hejmarê di 7 rojên dawîn ên 17-23ê Hezîranê de hejmara mudaxeleyên şewatê tam bû 453. Di vê mijarê de hejmara şewatên ku di hezîrana îsal de hatine destwerdan ji sedî 62 zêde bûye û ji hejmara par zêdetir bûye.

'Em rojane xwe digihînin hewara 60 şewatan'

Tê zanîn, di şewatên dawî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ligel vê îtfayeya Amedê bi îtfaiyeyan din re bi awayekî xurt xebitî, Serokê Dezgeha Îtfaiyeyê Azad Yildiz diyar kir ku ew rojane midaxeleyî 60 şewatan dikin. Yildiz aşkere kir ku ekîbên îtfaiyeyê bi baldarî midaxaleyî şewatan kirin û pêşî li şewatên muhtemel girtin û destnîşan kir ku ji xeynî rewşên awarte hemû destûrên karmendên wan hatine betalkirin.

'Hejmara wesayîtên îtfaiyeyê 52 ye lê divê ev hejmar bibe 90'

Yildiz, got ku nifûsa bajêr digihêje 2 milyonî û bilêv kir ku Îtfaiye bi kêmasiya amûr û xebatkaran re rû bi rû ye. Yildiz destnîşan kir ku ji ber rûbera bajêr di Midûriyetê de 510 xebatkar hewce bûn lê bi 310 xebatkaran xizmetê didin. Yildiz diyar kir ku hejmara wesayiten îtfaiyeyê 52 ye, di çarçoveya hewcedariya bajêr de divê bibe 90.

'Divê welatî zêdetir baldar bin'

Ji bo zirara canî û madî û zirara xwezayê çênebe, Yildiz ji welatiyan xwest ku binikên cixareyê û şûşeyên camê neavêjin qadên ku zeviyên çandiniyê lê hene; û herweha Yildiz bang li cotkaran kir ku ji bo şewitandina prêzeyê hestiyartir tevbigerin û agir bernedin prêzeyên xwe.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30