Komîsyona Tespîta Zirarê ya Şaredariyê, li qada şewatê lêkolînên xwe temam kirin

Komîsyona Tespîta Zirarê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin, lêkolînên ku li herêmê der barê şewata ku di navbera Çinar û Şemrexê de derketibû, temam kir.

Midûriyeta Îtfaiyeyê ji bo sedema şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derket û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn bike û di nav wan de pispor jî heye Komîsyona Tespîta Zirarê ya ji 6 kesan pêk tê ava kir.

Li qada şewatê 3 rojan kontrol kirin

Komîsyona Tespîta Zirarê ya ku ji Midûrê Şaxa Îtfaiyê Selahattîn Zenger, Midûrê Perwerdeyê Îhsan Gezer, Midûrê Îtfayê Hasan Ugurlu û Seyfettin Salci, ji Midûriyeta Tenduristiyê Beytar Hasan Korkmaz û Endezyarê Çandiniyê Îlhan Başol ji Daîreya Park û Baxçeyê pêk tê, qada agir ji bo 3 rojan lêkolîn kirin.

Endamên komîsyonê yên ku qada ku şewat lê derket lêkolînan dikin, dê daneyên ku der barê sedema şewat û tespîta xisarê de bi dest xistine bi sazî û rêxistinên gel re parve bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30