Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê serdana Hevserok Hatun kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû pêşwazî kir.

Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglu, Serokê Meclisa Zîraetê ya Odeyê Mehmet Alî Aktaş û endamê Lijneyê Zülfi Ataş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin.

Hevserok Dogan Hatun, Sekreterê Giştî Emrullah Gordûk û Endamê Meclîsa Daîmî Abdûlselam Înceoren bi Îskenderoglû û heyeta pê re hevdîtin kirin.

Serokê Odeyê Îskenderoglû ji ber hewldanên îtfaiyeyê yên di şewatên dawî yên li Amedê de spasiya Hevserok Hatun kir.

Hevşaredar Hatûn kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û behsa xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin li bajêr di warê çandinî û sewalkariyê de dimeşîne kir.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30