Rojên gel li ber Şaredariya Bajarê Mezin dest pê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi şîara "Em bi hev re siberoja xwe plan dikin" rojên gel li dar dixe. Di tevahiya hefteyê de bi tevlîbûna Hevserokan, Endamên Meclîsê û asta rêveberiyê dê pêşeroja bajêr bê plankirin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin di amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an de ji bo gel, serok, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclisê, sazî û dezgehên cemaweriyê yên li 17 navçeyan di nav xwe de bigre dest pê kir, dê li ber avahiya sereke ya xizmetê ya şaredariyê bidome. Di çarçoveya xebatên ku weke rojên giştî tên plankirin de, dê mafê axaftinê ji gel re bê dayîn.

Hevserokan banga tevlîbûna gel kirin

Di vê çarçoveyê de dê 6 standên cuda bên vekirin û daxwaz û pêşniyarên gel bên guhdarkirin. Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên meclîsê û xebatkarên rêveberiyê wê bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibin. Hevserokan bang li raya giştî kir ku dakevin qadan û li ser siberoja bajêr mafê xwe yê gotinê bikar bînin.

Standên ku li ber şaredariyê bên danîn dê tevahiya hefteyê vekirî bimînin.

Bi keyayan re hevdîtinek pêk hat

Amadekariyên plansaziya stratejîk a 2025-2029an a ku ji aliyê Şaxa Pêşxistina Stratejiyê ya Daîreya Xizmetên Maliyeyê va hat destpêkirin di hefteyên borî de dest pê kir û di çarçoveya projeyê de li stantên ku li Sûr, Kayapinar, Baxlar û Yenîşehîrê hatin vekirin daxwazên gel hatin qebûlkirin. Dîsa di çarçoveya xebatê de bi rêveberan re hevdîtin hatin kirin. Di rojên pêş de dê bi hevdîtinên bi Rêxistinên Sivîl re pêşeroja bajêr bê plankirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30