Hevserok Hatun, li Kabiyê der barê serfkirina avê de axivî

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, ji bo tesbîtkirina sedema pirsgirêka avê ya bi rojan e didome, çû gundê Kabiyê. Hevşaredar Hatun diyar kir ku gelek kargeh di nav de kargehên berhemanîna kerpîçan, stasyonên sotemeniyê û salonên dawetan ava qaçax bi kar tînin. Li esnafên ku nehiştin welatî ava vexwarinê bistînin, ceza hatin birîn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun serdana taxa Kabiyê ya navçeya Sûrê kir, ku li gel ku ji pêwîstiya gel zêdetir av tê dayîn pirsgirêka ava vexwarinê heye. Di serdana Hevşaredar Hatun de ligel wî, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê Mehmet Şerîfoglu, serokên beşên pêwendîdar û endamên meclîsê jî amade bûn.

Hevserok Hatûn: Ji sedî 60 av winda dibe

Hevşaredar Hatun ku bi welatiyan re li hin qehwexaneyên li nuqteyên cuda yên gundî hevdîtin kirin, der barê li gel ku li bajar û gundan têr av heye, sedema pirsgirêka ava vexwarinê agahî da welatiyan. Hatun diyar kir ku ew li bajêr di saniyeyê de 310 hezar metrekup ava vexwarinê hildiberînin û da zanîn ku di saniyeyê de 260 hezar metrekup ava vexwarinê têra nifûsa heyî dike. Hatun bal kişand ku ava vexwarinê ji bo avdana baxçeyan neyê bikaranîn û wiha got: “Em hemû ava bendavê bixin nav baxçeyan jî têra me nake. Nêzîkî 7 sal in rêveberiyên herêmî ne xetên ava vexwarinê diparêzin, ne jî xetên nû çêdikin. Li gorî tespîtên me ji sedî 60ê ava me winda dibe. Ekîbên DÎSKÎyê dê derbarê vê mijarê de lêkolîneke mezin bidin destpêkirin.”

'Bila baxçeyên xwe bi ava vexwarinê av nedin'

Hatun, anî ziman ku bênavber ava vexwarinê didin gundê Kabiyê û got, “Tevî ku di saniyeyê de pêwîstiya taxê bi 100 lîtreyan heye jî 250 lître av tê taxê. Lê ev ava vexwarinê bi gelek awayan winda dibe. Werin em pêşî li bikaranîna bê mebest a ava vexwarinê bigirin û avê parve bikin. Bila dar û ber bêav nemînin. Em ê rojê 2 tankeran bişînin û hemû darên we av bidin. Heya ku em baxçeyên xwe bi ava vexwarinê av nedin, divê em ji bo vê yekê rêyeke maqûl bibînin. Mafê me nîne ku em cîranên xwe bê av bihêlin da ku baxçeyên xwe av bidin.”

Welatî: Her çi bikeve ser milê me em amade ne

Li dû agahiyê, welatiyan bal kişandin ser girîngiya ava vexwarinê û diyar kirin ku ji bo pirsgirêka avê dernekevin ew ê ji niha û pê ve ava vexwarinê li baxçeyan bi kar neynin. Şêniyên taxê got, "Der barê xerab bikaranîna avê de çi peywira me hebe em amade ne. Bila ekîb werin, kontrol bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin."

Ceza ji bo karsazên ku ava qaçax bi kar tînin

Piştre Hevşaredar Hatun û kesên pê re heta nîvê şevê li gundî gelek kargehên hilberandina kerpîçan, stasyonên sotemeniyê û salonên dawetê ziyaret kirin. Li nik van esnafên mijara gotinê bikaranîna ava qaçax hat tespîtkirin. Hat famkirin ku ji ber bikaranîna ava qaçax ava ji şebekeyên ava vexwarinê nikare bigihêje welatiyên li Kabiyê dijîn. Hevşaredar Hatun yek bi yek hişyarî da xwediyên kargehan û ji bo esnaf nikarin şebekeya ava vexwarinê bi kar bînin, rayedarên DÎSKÎyê talîmat da ku avê bibirrin. Xetên ava vexwarinê yên bi kepçeyên DÎSKÎyê bi qaçaxî hatin kişandin, mudaxele hat kirin. Cezayên mezin jî li karsazan hatin birîn.

Hevşaredar Hatun her wiha destnîşan kir ku ji bo gel tî nemîne, ew ê esnafên ku ava qaçax bi kar tînin her tim kontrol bikin.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30