Cihên hilberîn û firotina zexîreyê hatin kontrolkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser giliyên welatiyan, li cihên hilberandin û firotina zexîreyê kontrol pêk anîn.

Ekîbên teftêşa zexîreyan ên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê li cihên cuda yên bajêr li xwaringeh, kafe û bufeyan kontrolên paqijiyê û rewşa refikan kirin.

Li zanîngeha Dîcleyê li kafe û xwaringehan kontrol kirin

Herweha ekîbên Kontrola Tenduristiyê li ser giliyên welatiyan kafe û restorantên ku li Zanîngeha Dîcleyê dixebitin kontrol kirin. Di kontrolan de berhemên ku hat tesbîtkirin ku emrê wan temam bûye hatin desteserkirin û îmhakirin. Wekî din, ekîban hişyarî da ku hilberan di şert û mercên saxlem û paqij de bihêlin, û raporek li ser karsazên ku şert û mercên pêwîst pêk naynin amade kirin.

Kontrol dê bi rêkûpêk dewam bikin da ku welatî bigihîjin xwarinên saxlem û ewledar.

Â