Hevserok Hatun: Em ê piştgiriya restorekirina dêra Surp Sarkîs bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, têkildarî xebatên restorasyonê yên li Dêra Ermeniyan a Surp Sarkîs hatin destpêkirin, diyar kir ku avahiya dîrokî bîra bajêr e û got, “Gava yekem hat avêtin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, ez soz didim ku hemû gavên pêşerojê hembêz bikim."

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo restorekirina Dêra Ermeniyan a Surp Sarkîs xebatê dest pê kir. Xebatên restorasyonê ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê hatin destpêkirin, merasîma restorekirinê bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, 2emîn Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Kadasetli Sahak û Alîkarê Patrîk Kasbar Garabetyan, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û Midûrê Lêgerîn û Bîrdariya Amedê Cemîl Koç dest pê kir.

Patrik Sahak: Îro rojeke dîrokî ye

2yemîn Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Kadasetli Sahak di bernamê de axivî û diyar kir ku dêra ku zêdeyî 500 sal e heye di sedsala dawîn de hatiye terikandin û berba bûye û got ku ev yek ji bo wan dilêş e û Ji bo Amedê ne tiştekî serbilind e. Patrik Sahak, destnîşan kir ku ji nû ve zindîkirina vê dêrê dê bibe rûmeta Amedê û weha got, “Di her karî de ya herî dijwar destpêk e. Û em dest bi vê xebatê dikin. Li vir ji bo temamkirina vê avahîsaziyê em ji rêveberiyên herêmî piştgiriyê dixwazin. Em ê jî tişta ji destê me tê bikin. Hêvîdar im ku gava em çend salan bi hev re hev bibînin, em ê rastî wêneyek cuda bibin. Ev dê bibe xebatek ku ji bo welatê me û ji bo Amedê bibe abîdeyeke serbilindî û wê tacîdar bike. Ez bawer im îro di vî warî de rojeke dîrokî ye.”

Hevserok Hatun: Em ê piştgiriyê bidin hemû gavan

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun diyar kir ku dema ew bi salan rêveberekî sivîl bû, ji bo vê avahiya dîrokî hewldanên cidî kirin û got, “Mixabin me nekarî di xebatên xwe de pêşketineke cidî bi dest bixin. Lê me ew avahî parast, ku em bêjin, ji bo ku ew pir xira nebe an wêran nebe, û niha em ji bo avakirina wê li vir in. Ez vê gava yekem a serokatiya beşê jî pîroz dikim, bi qîmet dibînim. Pêngava yekem hatiye avêtin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, ez soz didim ku hemû gavên pêş de hembêz bikim. Ev der ne tenê cihê îbadetê lê bîranîna dîrokê ye. Ew yek ji mezintirîn avahiyên bîrdarî yên vî bajarî ye. Pêwîst e her kes vê derê biparêze û xwedî bike. Ev der bîranîna bajarê me ye. Divê em bîranîna xwe biparêzin û şopa vê bîranînê ji nifşên din re bihêlin. Ev pêdivî ye. Restorasyona hemû avahiyên mîmarî yên dîrokî, bîrdarî, sîvîl ên li bajarê me mijarek e ku em li vî bajarî bi qasî ava vexwarinê girîngiyê didinê. Bila ev ji bo gelê Amedê, civak û weqfa Ermeniyan, bajarê me û tevahiya mîrateya mirovahiyê bi kêr were."

Hevşaredar Hatun piştî derketina bernameyê çû serdana Qesra Lalebeyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê. Hatun der barê xebatan de agahî girt, piştre çû serdana Weqfa Çand û Piştevaniyê ya Pêşvebirina Amedê (DÎTAV).

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30