Şaredariyê ji bo Plana Stratejîk 'Rojên Gel' da destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan a ku dê plansaziya siberojê diyar bike, bi 9 standên cuda yên li ber avahiya şaredariyê hatin dest bi Rojên Gel kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an a bajêr, bi dirûşma "Em bi hev re siberoja xwe plan dikin" dest bi organîzekirina 'Rojên Gel' kir. Di 9 standên cihê yên li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê hatin vekirin de, rayedarên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, Çand û Karên Civakî, Çapemenî û Têkiliyên Gel, Karûbarên Tenduristî, Îmar û Bajarvanî, Parastin û Kontrola Jîngehê, Xizmetên Ciwan û Sporê û Veguhastin û Xizmetên Civakî, dezgeh ji hilgirtina daxwazên welatiyan danîn û dest bi guhdarîkirina pêşniyazên wan kirin.

 Welatî daxwazên xwe bi forman tijî dikin

Li standên ku dê tevahiya hefteyê vekirî bimînin bi welatiyan re rû bi rû hevdîtin tên kirin. Welatî bi dagirtina formên têkildarî Plana Stratejîk daxwaz û pêşniyarên xwe tînin ziman. Pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên welatiyên nexwenda tên guhdarîkirin û qeydkirin.

Hevserok Hatun serdana standan kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun stantên li ber şaredariyê ziyaret kir û der barê xebatan de agahî girtin.

Plana Stratejîk a 5 salan wê bê amadekirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di navbera 6-12ê Hezîranê de bi hevdîtinên cuda yên bi muxtarên 17 navçeyan re dest bi amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an kir. Piştre Şaxa Pêşxistina Stratejiyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî li gelek nuqteyên bajêr stand vekirin û hêviyên gel pirsîn. Piştî Rojên Gel a li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê, amadekariya Plana Stratejîk wê bi saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclîsê, sazî û rêxistinan re bidome. Li gorî pêşniyar û daxwazên ku di encama lêkolînên ku bên kirin de hatine berhevkirin dê Plana Stratejîk a 5 salan bê amadekirin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30