Şaredarî dê bi bi rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk bîne

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, dê di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de bi saziyên civaka sivîl ên bajêr re civînên "Koma Fokûs" pêk bînin.

Civîn û lêkolînên ku ji bo gel, keya, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclisê, sazî û dezgehên cemaweriyê yên 17 navçeyan tevlî amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an bike, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo pêşniyaz û daxwazan li ser mijarên sereke pirsgirêkên jinan ên li bajêr, ekolojî, aboriya herêmî û çandinî, dewlemendiya çandî, astengdar û extiyar, zarok û ciwan, birêvebirina karesat û lêkolînan, bajarvanîyê bi hev re biryar bidin dê bi rêxistinên civakî re bicivin.

Civîn dê di 1ê Tîrmehê de dest pê bikin

Civînên "Koma Fokûs" a ku li Navenda Çand û Kongreyê bên lidarxistin, 1ê Tîrmehê roja Duşemê dest pê dike û 5ê Tîrmehê roja Înê bi dawî dibe.

Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên xwe yên Plana Stratejîk a 2025-2029an a ku dê 5 salan bidomîne biqedîne û di meha Îlonê de bi raya giştî re parve bike.

Civînên Muxtaran hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin beriya niha di çarçoveya plansaziya stratejîk a 2025-2029an de civînên muxtaran li dar xistibû û bi standên li cihên cuda yên bajêr hatibûn danîn, nêrîn û pêşniyazên gel wergirtibû.

Herweha "Rojên Gel" ên ku di çarçoveya Plana Stratejîk de li ber Şaredariya Bajarê Mezin hatin destpêkirin dewam dikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30