Fêrgehên Sporê yên Havînê dest pê dikin

Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hemû zarokên di navbera 7-14 salî de li 8 şaxan bêpere tên lidarxistin, dest pê dikin.

Kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ve tên plankirin, ji bo ku fêrbûna werzîşê bidin zarokan û di mehên havînê de zarok karibin bi awayekî berhemdar dema xwe derbas bikin dê 1ê Tîrmehê roja Duşemê dest pê bikin û 13ê Îlonê roja Înê bi dawî bibin.

Kurtek, tîşort, şapik û malzemeyên şaxên têkildar wê li hemû zarokên ku li fêrgehên werzîşê yên havînê qeydkirî ne, bêpere bên belavkirin.

Cih û şaxên ku dê kurs bên lidarxistin wiha ne:

Şaxên kursên werzîşê yên havînê

* Futbol

* Basketbol

* Volleybol

* Tenîsa maseyê

* Tenîsa Kortalê

* Kick box

* Jîmnastîk

* Spora destê sibê

* Lîstikên Aqil û Şiyanmendîyê

Cihên ku dê kursên werzîşê yên havînê bên lidarxistin

* Kompleksa Sporê ya Talaytepeyê

* Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê

* Çîm Sehaya Yenîyola Baxlarê

* Çîm Sehaya Seyrantepeyê

* Tenîsa Kortalê ya Park Ormanê

* Sehaya Basketbolê ya Park Ormanê

* Sporên Destê Sibê yên Parka Ormanê

* Sporê Destê Sibê yên Meydana Bajêr

* Tema Park Spora Destê Sibê

* 75 Kortên Sergirtî

* 75 Park Spora Destê Sibê

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30