Li Licê û Pasûrê xebatên dermankirina kelmêşan

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên dermankirinê yên li navçe û gundan didomîne.

Tîmên Dermankirinê yên Serokatiya Karên Tenduristiyê; Hewldanên xwe yên dermankirinê didomîne da ku nifûsa mêş, mêşên malê û kêzikên mîna wan di astek ku tenduristiya mirovan tehdîd neke bihêle.

Rêbazên kontrolê yên zanistî armanc dikin ku pêşî li nexweşiyên wekî malaria, tîfo û kolerayê bigirin ku ji hêla kêzikan ve têne veguheztin.

Xebat wê bi biryardarî bidome

Ekîban li navçeyên bejahî û herwiha li navçeyên navendî dest bi xebatên dermankirinê kir. Li Licê 6 û li Pasûrê 5 wesayît bi giştî bi 11 wesayîtan ve derman reşandina li kelmêşan tê kirin. Xebat wê li navçeyên din jî bi biryar dewam bikin.

Hevşaredarên Licê Diyar Dîlek û Firat Demîr xwe da gel xebatan û li cihê xebatê sehîtî kirin.

 Di nava rojê de kozên larvayan tên dermankirin

Li qadên çirvakn ên wekî hewz, bêrm, qadên qamîş, kanalîzasyon, çiravk, avên jêrzemînan, hewzên xemilandî, embar, cihên ku bermahiyên organîk lê tên komkirin, konteynerên çopê û îstasyonên veguheztina çopê li dijî mêş û kurmikên mêşan xebatên dermankirinê tên kirin.

Dermankirina şevê (ULV) dewam dike

Tîmên şaredariyê, kelmêş, mêşên malê, kirnî û hwd. ULV (Dermankirina bi şevê) ku yek ji rêbazên têkoşînê yên li dijî kêzikên firinde ye, li gundan xebatên xwe didomîne.

Ekîb danê êvarê, nêzî rojavabûnê dest bi karê xwe dikin û ji bo tenduristiya gel heta derengiya şevê bi cîhazên ULV dermanan dirijînin.

Bakan: Ji ber hêj kurmik derman lê nekirine kelmêş zêde bûne

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, der barê xebatên dermankirina li navçeyên bajar û gundan agahî da. Bakan destnîşan kir ku wan wek Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin li navenda bajar û gundan dest bi kampanyaya dermankirinê kirine û wiha got, “Dermanên nû yên ku me kirî, dermanên ku zirarê nade afirîdên ne hedef, ewan taybetmendiyên toksîkolojîk û eko-toksîkolojîk hene, û bi standardên navneteweyî re diguncin. Bi van dermanan re me bi cidiyet û biryardarî xebatên xwe yên dermankirinê domandin. Me li navenda bajêr pêşketineke cidî bi dest xist. Bi heman biryardariyê li tax û gundan me bi wesayîtên komî dest bi reşandina dermanan kir. Di roja ewil de ji bo Licê û gundên wê bi 6 wesayitan û ji bo navenda Pasûrê û gundan jî 5 wesayîtan dest bi dermankirinê kir. Em ê bi heman cidiyet û biryardarî li navçe û gundên mayî û bi vî ruhê seferberiyê li seranserê sînorê parêzgeha Amedê xebatên xwe bidomînin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30