Hevserok Hatun çû serdana xebatkarê qezakirî

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, xebatkarên şaredariyê û welatiyên qezaya trafîkê kirî ziyaret kir.

Xebatkarê Beşa Koordînasyona Lêgerîna Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Mehmet Can Kiliç ê ku li ser rêya Amed-Gêlê dema asfalt hildigirt bi kamyoneke din a ku ji rêya duyemîn derdiket, qeza kir û gelek cihên laşê wî şikestin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girtin bin prosesa dermankirinê.

Hevşaredar Dogan Hatun li nexweşxaneyê serdana Kilinç kir û daxwaza silametiyê lê kir. Hatun demekê bi malbata karmend re hevdîtin kir û diyar kir ku heta pêvajoya tedawiyê neqede û venegere ser karê xwe ew ê Kilinç tenê nehêlin.

Bi xizmên nexweş re hevdîtin pêk anî

Hevşaredar Dogan Hatun piştre bi welatiyên ji Amed û navçeyên derdorê yên li baxçeyê nexweşxaneyê li benda xizmên xwe bûn re hat cem hev û ji bo wan şîfa û silametî xwest.

Her wiha serdana Çaçalê ku di qezayê de birîndar bûbû jî kir

Hevşaredar Hatun piştî serdana nexweşxaneyê çû serdana Mehmet Çaçal û malbata wî ku li taxa Kaya ya navçeya Gêlê dijîn û di qezayê de bi sivikî birîndar bûye.

Di serdana Hevserok Hatun de ligel wî, endamên meclîsê û rêveberên desteyan jî amade bûn.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30