Li Taxa Ekîncîlerê pirsgirêka ava vexwarinê tê çareserkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya Taxa Ekîncîler a navçeya Yenîşehîrê çareser dike.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û peydakirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û taxên gundan didomîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li taxa Ekîncîlera navçeya Yenîşehîrê heye, xebat da destpêkirin.

Ekîbên ku ji bo danîna xeta ava vexwarinê ya 900 metreyî li taxa gundewarî dixebitin, piştî ku xebatên xetê biqedînin dê li taxê girêdanên abonetiyê çêbikin.

Bi temambûna şebekeyê re welatî dê karibin ji ava vexwarinê ya saxlemtir û bi kalîtetir sûdê wergirin.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya taxên gundan wê projeyên xwe bidomîne.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30